Kesên di fermanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn

  • 10:59 5 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stuttgartê, Êzidiyên ku ji aliye DAİŞ’êv e hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. 
 
Êzidiyên ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de hatin qetilkirin, li bajarê Stuttgart ê Almanyayê di salvegera 10'emîn a qirkirinê de hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Meryem ve hate lidarxistin û bi rêzgirtinê destpê kir.
 
Çalakiya li Konigstrasseyê ku kolana herî qelebalix a Stuttgartê ye bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Di çalakiyê de pankart û wêneyên ji dema qirkirinê hatin hildan.
 
Di çalakiya bîranînê de li ser qirkirinê şano hate nişandan.