Kesên di fermanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn 2024-08-05 10:59:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stuttgartê, Êzidiyên ku ji aliye DAİŞ’êv e hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.    Êzidiyên ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de hatin qetilkirin, li bajarê Stuttgart ê Almanyayê di salvegera 10'emîn a qirkirinê de hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Meryem ve hate lidarxistin û bi rêzgirtinê destpê kir.   Çalakiya li Konigstrasseyê ku kolana herî qelebalix a Stuttgartê ye bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Di çalakiyê de pankart û wêneyên ji dema qirkirinê hatin hildan.   Di çalakiya bîranînê de li ser qirkirinê şano hate nişandan.