Mûsa Anter di 32'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bîranîn

  • 12:43 20 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - Mûsa Anter di 32'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bîranîn. Di bîranînê de hat diyarkirin ku wê çapemeniya Azad tucarî serî netewîne.
 
Rojnameger û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê îlona 1992’yan de li Kolana Hejmar 442 ya Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê hate qetilkirin. Bi boneya salvegera 32’yemîn a qetilkirina Apê Mûsa, bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li cihê lê hatibû qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin. Li gel kurê Anter, Dîcle Anter gelek rojnameger û siyasetmedar jî beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên Apê Mûsa hatin hilgirtin. 
 
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû di bîranînê de axivî û got ku li pişt JÎTEM’ê ya ku Apê Mûsa qetilkirî hêzên siyasî hebûn. Dîcle, wiha domand: “Faîl nehatin cezakirin. Kujer, ji hêla kesên îro li îktîdarê ve hatin parastin. Îktîdara îro jî bû şirîkê vê komkujiyê û sûcdar parast. Li vê erdnîgariyê komkujî tên kirin û rastiyeke heye ku li kurdan qirkirin tê ferzkirin. Ji bo haya cîhanê ji vê rastiyê nebe, Apê Mûsa hate qetilkirin. Piştre jî bi dehan rojnameger hatin qetilkirin, hatin girtin û rojname hatin bombekirin. Îro jî bi qetilkirina Nagihan Akarsel, Gulistan Tara û hwd. didomînin. Rojnamegerên kurd jî van rastiyan, rastiya gel dinivîsin û dê binivîsin. Em ji bo dinya hay ji van rastiyan hebe têdikoşin. Peyrewên Apê Mûsa ev têkoşîn domand. Çapemeniya Azad serî netewand û dê netewîne.” 
 
'Meş didome' 
 
Dîcle Anter jî anî ziman ku bavê wî bi awayeke plankirî hatiye qetilkirin û komkujî weke “Derbeyeke mezin a li dijî rojnamegerên kurd” nirxand. Anter, wiha domand: “Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê bû. Kesên bi feraseta çetetiyê tevdigerin, sazî bi serî xwe tevnegeriyan, ev cînayet li Enqereyê hatibû plankirin. Li dijî vê derbeya mezin a li dijî çapemeniya kurd, generalên Mûsa Anter serî li ber her cureyên zorê rakirin, bi fedekarî û cisareteke mezin meşa xwe domandin.” 
 
‘Em ji bîr nakin’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî wiha got: “Serê heval û peyrewên Apê Mûsa sax be. Faîlên wî diyar in lê pergal wan diparêze. Ji ber ku wan diparêze, em ê her sal li vir bi bîr bînin. Peyrewên wî nasekinin.” 
 
'Pênûsa te li erdê namîne'
 
Rojnameger Huseyîn Aykol jî wiha got: “Em dizanin bê ka kê ew kuştine. Êş û hêrsa me hêj mîna roja ewil e. Me ev yek bi derxistina rojname, televîzyon û ajansan nîşan da. Me pênûsa te li erdê nehişt û dê nehêlin.” Aykol, her wiha rojnameger Gulistan Tara û Hero Bahaddîn ên di 23’yê tebaxê de li Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla dewleta tirk ve hatin qetilkirin jî bi bîr anî. 
  
Beşdar, piştre jî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Çapemeniya azad bêdeng namîne” heta cihê Apê Mûsa lê hatiye qetilkirin meşiyan. Piştî deqeyek rêzgirtinê, beşdaran qurnefîl danîn ber wêneyên Mûsa Anter.