Mafê hevdîtina bi Pexşan Ezîzî re, hat desteserkirin

  • 21:46 2 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku rojnameger û parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî ku dewleta Îranê ji bo wê biryara darvekirinê daye, hevdîtina bi parêzer û malbata wê re hatiye qedexekirin.
 
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku Pexşan Ezîzî ku bi tohmeta “endamtiya komên ku li dijî rejîma Îslamî dest bi serhildana çekdarî kirine” bi darvekirinê hatiye mehkûmkirin û hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re hatiye qedexekirin.
 
Pexşan Ezîzî di danişîna 23'ê Tîrmehê ya li Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Îranê de bi hinceta endamê Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) e bi sûcdariya "xiyanetê" dihat darizandin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.