Mafê hevdîtina bi Pexşan Ezîzî re, hat desteserkirin 2024-08-02 21:46:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku rojnameger û parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî ku dewleta Îranê ji bo wê biryara darvekirinê daye, hevdîtina bi parêzer û malbata wê re hatiye qedexekirin.   Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku Pexşan Ezîzî ku bi tohmeta “endamtiya komên ku li dijî rejîma Îslamî dest bi serhildana çekdarî kirine” bi darvekirinê hatiye mehkûmkirin û hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re hatiye qedexekirin.   Pexşan Ezîzî di danişîna 23'ê Tîrmehê ya li Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Îranê de bi hinceta endamê Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) e bi sûcdariya "xiyanetê" dihat darizandin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.