Kesa ku ji bo sersaxiyê ji Hewlêrê hat Şirnexê hat binçavkirin

  • 18:14 2 Tebax 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Jina ciwan a 25 salî ku ji Hewlêrê ji bo sersaxiyê hat Qilebanê, li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin.
 
Hêvîdar Bîlen a 25 salî ku li bajarê Hewlêrê yê Kurdistana Federe bi malbata xwe re dijî û ji bo sersaxiya xizmê xwe ya li navçeya Qileban a Şirnexê hat Tirkiyeyê, li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin. 
 
Hêvîdar ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Sedema binçavkirina Hêvîdarê nehat zanîn.