Kesa ku ji bo sersaxiyê ji Hewlêrê hat Şirnexê hat binçavkirin 2024-08-02 18:14:01   ŞIRNEX - Jina ciwan a 25 salî ku ji Hewlêrê ji bo sersaxiyê hat Qilebanê, li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin.   Hêvîdar Bîlen a 25 salî ku li bajarê Hewlêrê yê Kurdistana Federe bi malbata xwe re dijî û ji bo sersaxiya xizmê xwe ya li navçeya Qileban a Şirnexê hat Tirkiyeyê, li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat binçavkirin.    Hêvîdar ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Sedema binçavkirina Hêvîdarê nehat zanîn.