Li Wanê binçavkirin: Ayşe Mînaz hat binçavkirin

  • 19:07 30 Tîrmeh 2024
  • Rojane
WAN - Hevşaredara berê ya Wanê Ayşe Mînaz ku mazbataya wê nehatibû dayîn hat binçavkirin.
 
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Wanê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de gelek kes îro di danê sibehê de li Wanê hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku Hevşaredara berê ya Wanê Ayşe Mînaz ku mazbataya wê nehatibû dayîn hatiye binçavkirin.
 
Hejmara binçavkiriyan derket 12 heban û kesên hatine binçavkirin wihane: Gulşen Kurt, Veysi Dilekçi, Aynur Sarica, Adem Onat, Munife Kaçak, Sarya Suer, Hazal Suer, Fazil Numaş, Selma Cinan, Tahir Artim, Hanim Kaya.