Çalakiya Mexmûrê 375 roj li pey xwe hişt

  • 11:06 30 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 375’an de bi koma 74’an didome.
 
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 375’an de bi koma 74’an bi biryardariyek xurt didome.
 
Ji bo dewrgirtinê xelkê wargehê li Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kombûn û bi merasîmekî koma nû çalakî dewr girt.
 
Dewrgirtinê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî dewgirtinê li ser navê koma 73’an, çalakvana bi navê Taybet Mijinî axivî û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi tûndî şermezar kir û got: “Têkoşîna li dijî tecrdê, em slav dikin. Tecrîd li dijî mafê mirovan e. Em tenê dikarin bi berxwedanê tecrîdê bişkînin, cuda ti rê nînin. Em berxwedana gerîla silav dikin û bang li tevahî gelê Kurd û malbatên girtiyan dikin, rabin serhildanan.”
 
Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ dewrî koma 74’an a Komîteya Tenduristiyê hat kirin.