ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 30 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
*Jinên êzidî ligel serpêhatiyên bi êş, her sal bêtir bi hêz dibin, êdî ne behsa mexdûriyetê, banga têkoşîna azadiyê li tevahiya jinên êzidî dikin. Yek jî wan Şemê Remo ye. Şemê got: "Gerîla me ji mirinê rizgar kir. Dayikên Sûrî bi dil û can me pêşwazî kirin. Em deyndarê Serok Apo ne. Em tu carî serpêhatiyên xwe ji bîr nakin." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bertek nîşanî vê yekê da ku Qada Bajêr a li kolana herî qelebalix a bajêr ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin û bûye navenda civîna polîsan û wiha got: "Meydana Bajarê me jî bi barîkatan hatiye girtin û asteng dikin." DÎMEN HEYE
 
*Fatma Odemiş, anî ziman ku tişta herî zêde bandorê li wê dike di besteyên wê de têkoşîna jinê ye û got ku ew bi stranên xwe dixwaze têkoşîna jinên li girtîgehan bigihîne cîhana derve. DÎMEN HEYE
 
*Sariye Taşkesen a piştî 8 salan hat berdan, binpêkirin, tecrîd û çalakiyên protestoyî wiha nirxand: “Hevalên me yên ku cezayên wan bi dawî bûne ji aliyê heyetan ve nayên berdan û ji ber ku dema wan ji jiyana wan tê dizîn, windahiyên gelekî kûr dijîn. Pêwîst e li her derê bê gotin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye." DÎMEN HEYE
 
* Ji bo mîhrîcana Mûnzûrê ji çend roj berê kelecaneke mezin ketibû dilê min. Ji ber ku xweza û dîroka kevnar a vî bajarê qedîm her tim hêzeke cuda dide min. Her çiqas gelek kurdên li wir bi polîtîkayên asîmîlasyonê ji eslê xwe hatibin dûrxistin û rûyê xwe ji Komkujiya Dêrsimê guhertibin jî. ÇAVDÊRÎ