Li Wanê polîsan êrîşî girseya daxuyanî da kirin

  • 21:58 29 Tîrmeh 2024
  • Rojane
WAN - Polîsan êrîşî daxuyaniya çapemeniyê ya li Wanê ya ji bo kesên kesê ji ber govenda kurdî hatin binçavkirin û girtin kirin.
 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Wanê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo kesên di dema govend girtin de hatin binçavkirin û girtin li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), (MEBYA-DER), Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiye û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta Em bernadin wê dîlanê hate vekirin.
 
'Zimanê me rûmeta me ye'
 
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar ve hat dayîn. Heval, anî ziman ku li cîhanê di gelek qadan de pêşketinên mezin çêbûne, lê hîn jî dewlet êrîşî zimanê kurdî dikin. Heval anî ziman ku bi van êrîşan nikarin ziman, çand û govenda kurdî tune bikin û got, "Ev çend roj in êrîş li ser gelê kurd tê kirin. Gelek kesên ku ji bo parastina ziman û çanda kurdî li Mêrsîn,  Stenbol,. Agirî, Elîh, Sêrt û herî dawî jî li Colemêrgê govend gerandın hatin binçavkirin û girtin."
 
‘Tehemûlî du gotinên kurdî nakin’
 
Heval bertek nîşanî rakirina hişyariyên trafîkê yên kurdî jî da û got: "Tehemûlê du gotinên kurdî nakin. Ev yek li dijî mirov
 
ahiyê ye û nayê qebûlkirin. Çawa ku zimanên tirkî, erebî, farisî û îngilîzî pîroz û bi qîmet in, zimanê kurdî jî pîroz e. bi heman awayî bi nirx û pîroz."
 
Polîsan êrîş kir
 
Welatiyên ku govenda azadiyê bi dawî kirin bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" xwestin biçin avahiya bajêr ya DEM Partiyê polîsan êrîşî wan kir. Dema di navbera girseya gel û polîsan de demekê gengêşî derket, welatiyên ku li avahiya DEM Partiyê hatin girtin bi çepikan polîs protesto kirin..
 
Dorpêça li dora avahiyê piştî bi demekê bi dawî bü.