Li Çiyayê Efkarê şewat

  • 16:37 29 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li qada daristanê ya li Çiyayê Efkar ê navçeya Şemzînanê ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
 
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê danê nîvro li qada daristanê ya li Çiyayê Efkarê şewat derket. Di dema ku dûmana agir derdora navenda navçeyê girtibû, hat diyarkirin ku mudaxeleya agir dereng dest pê kiriye û têr nake.
 
Hat îdiakirin ku şewat ji girê temaşekirinê yê ji aliyê şaredariya AKP'ê ve hatiye avakirin ji ber boçikên cixareyê derketiye, hat destnîşankirin ku ji ber bandora bayê şewat gav bi gav mezin dibe.