Polîsan li Colemêrgê bi ser dawetan de girtin

  • 13:28 29 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Polîsên dewleta tirk li Colemêrgê bi ser 3 dawetan de girtin. Di serdegirtinê de hunermend, kameravan û xwediyên dawetê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Di demên dawî de li Mêrsîn, Agirî, Sêrt, Êlih û Stenbolê gelek kes ji ber govendên kurdî hatibûn girtin û binçavkirin. Dewleta tirk îcar jî dest bi serdegirtinan dawetan kir. Polîsên dewleta tirk li navenda Colemêrgê bi ser sê dawetên li taxên cuda de girtin. Polîsan, bi hinceta “stranên siyasî tên gotin” hunermend, xebatkarên şîrketa produksiyonê yên dîmenên dawetê dikişandin û xwediyên dawetan de jî di nav de gelek kes binçav kirin. 
 
Hat zanîn ku kesên bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê tên ragirtin.