Xwebûn bi manşeta ‘Çeteyên hevpar’ derket

  • 09:12 29 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê ya bi manşeta "Çeteyên Hevpar" derket di vê hejmara xwe de, di nûçeya Rûpela Jin a bi sernavê “Bi fikra Rêber Apo xwe diparêzin” de cih da têkoşîna jinên Şengalî ya li dijî êrîşan. Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen anî ziman ku DAIŞ’ê bi kirîn û firotina xwişkên wan, xwestin jinê bixînîn.
 
Rojnameya Xwebûn di manşetê de destnîşan kir ku Tirkiye, PDK û DAIŞ bûne yek û li dijî PKK’ê şer dikin. Lê nikarin têkevin çiyayên Kurdistanê. 
Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “Roza Rêber Apo doza cîhanê ye” cih da polîtîkayên cezayê hucreyê û xwedîderketina gelên cîhanê ya li fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Rojnameyê bi Hevserokê Înîsiyatifa Parêzerên Sûrî Mihemed El Neyîmî re axivî û li ser polîtîkayên tecrîdê rawestiya.
 
Rojnameyê nûçeya Rûpela Jin a bi sernavê “Bi fikra Rêber Apo xwe diparêzin” cih da têkoşîna jinên Şengalî ya li dijî êrîşan. Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen anî ziman ku DAIŞ’ê bi kirîn û firotina xwişkên wan, xwestin jinê bixînîn û got: “Di şexsê jinan de xwestin civakê tune bikin. Lê dijberî vê yekê kîn û nefreta civakê ya li dijî êrîşkaran zêdetir bû. Jinan bêtir xwe bi rêxistin kir. Bêtir xwe parast û bi fikr û felsefeya serokatiyê xwe pêş xist. Piştî fermanê yên herî zêde bi fikr û felsefeya Serokatiyê de xwe zane û bi rêxistin kir. Jin di aliyê siyasî, civakî, dîplomasî û parastinê de cih digirin. Tevgera Azadiya Jin a Êzidî (TAJÊ) ava kirin.