Zozan a bi îdiaya ‘berpirsa PKK’ê ye’ desînor kirin, ji Partiya Çep e

  • 09:04 29 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Welatiya Swêdê Zozan Baransson ku ji bo serdana xizmên xwe bi hevjîn û zarokên xwe re hat Nisêbînê, bi îdiaya ‘berpirsa PKK’ê ya Swêdê’ ye hat dersînorkirin. Lê hat diyarkirin ku Zozanê endma Partiya Çep a Swêdê ye. Zozanê got ew welatiya Swêdê ye û dibê ku Swêd li dijî nêzîkatiya Tirkiyeyê bersivekê bide.
 
Zazan Baransson (34) ku welatiya Swêdê ye di 8’ê Hezîranê de bi hevjîn û sê zarokên xwe re hat Tirkiyeyê û çû serdna malbata xwe ya li Nisêbînê.  Zozanê Di 26’ê hezîranê de di serdegirtina malê de hat binçavkirin û di 2’ê Tîrmehê de hat dersînorkirin. Piştî îfadeyê şandin Navenda Şûnde Şandinê û 5 rojan li wir ma. Di rewşa heyî de wê di 28’ê tîrmehê de vegeriyana Swêdê, lê destur neda û 2’ê Tîrmehê de şandin. Hevjînê wê Arîf Baranson piştî îfadeyê berdan û di 28’ê Tîrmehê de vegeriya Swêdê.
 
Piştî bûyerê Ajasan Anadolu (AA) û ajansên din nûçeyên wekê ‘Berpisa rêxistina jinan a PKK-KCK’ê ya Swêdê li Mêrdînê hat girtin û dersînorkirin’ weşandin. Lê hat hînbûn ku Zozan li Swêdê endama partya Çep e. Zozanê tiştên jiya ji ajansa me re vegot.
 
Zozanê got di 5 salî de malbata wê koçî Swêdê kiriye û 38 sal e li Swêdê dijî. Bi giştî 4 caran hatiye Tirkiyeyê. Zozanê got: “Zarokên min qet axa xwe nedîtibûn. Me navbera 8-28’ê hezîranê de bîlet girtin. Em bi kelecanek mezin hatin. Em di cejnê de li wir bûn. Em çûn gundê Girêmîra. Zarokên me pir kêfxweş bûn. Lê piştre tiştên hatin serê me zarokên me tirsandin.”
 
‘Çima Tirkî nizanî?’
 
Zoanê wiha got: “26’ê Hezîranê de saet di 01.00’an de li gund bi ser malê de girtin. Nêzî 60 kesî ketin hundir. Ez Tirkî nizanim. Min bi Kurdî pirsî hûn çima haitne. Pasaport girtin. Mal serobino kirin. Zexta psîkolojî kirin. Min got ez welatiya Swêdê me, bi seferatxaneyê re bikeivn têkiliyê. Bê navber digotin ‘tu çima Tirkî nizanî’. Bi formalîteyê ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û birin emniyeta Mêrdînê. Bi sûcdariya rêveberiya PKK’ê sûcdar kirin. Ez matmayî mam. Ez endama Partiya Çep a li Swêdê me. Min li wir xebatên dîplomasiyê dimeşand. Abdullah Ocalan ji min pirsîn. Wêne nîşanê min didan. Vê ez gelek hêrs kirim.”
 
Piştî îfadeyê ketina wê ya Tirkiyeyê hat qedexekirin û dişînin Navenda Şandinê (GGM) ya Rihayê. Zozanê da zanîn ku tevî tu sûcê wê tunebûye der barê wê de ev biryar hatiye dayîn û tevî ku bîleta wê ya vegerê hebûye destur nedane û şandine Navenda Şûnde Şandinê.
 
Zozanê wiha dirêjî dayê: “Li GGM’ê bi awayekî kêfî tevdigeriyan. Em rojê nîv saetê derdixistin ber hewayê. Em fêr bûn ku navbera me de DAIŞ’î jî hene. Lê ewlehiyê sîxurên xwe li hundir ava dikir û alozî diafirandin. Pevçûn derdiket ewlehiyê mudaxale nedikir. Bi zanebûn mirov berdidan hev.”
 
‘Ez ji Swêdê bersivê dipêm’
 
Zozanê destnîşan kir ku di 2’ê Tîrmehê de ji GGM’ê ewil birine Stenbolê û ji wir jî şandine Swêdê û wiha got: “Heta balafirgehê sê cenderme ligel min bûn.  Li balafirgehê birin odeyekê û li MÎT’ê geriyan. Wan jî destur dan ku min bişînin. Piştre hatim Swêdê. Wê pêvajoyê de birayê min agahî da Seferatxaneya Swêdê. Piştî vegeriyam Swêdê di çapeniya Tirkiyeyê de der barê min de nûçeyên şaş hatin çêkirin. Ez terorîst îlan kirime. Ez ji Swêdê der barê vê nêzîkatiya Tirkiyeyê de bersivekê dixwazim.”