Ji ekolojîstan li dijî talana xwezayê daxuyanî

  • 20:08 28 Tîrmeh 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Ekolojîstên li dijî talana xwezayê li quntara Çiyayê Gabarê li hev civiyan, wiha gotin: “Sûcek û qirkirineke organîzeyî tê kirin. Em ê xweza û civakeke azad ku dengê Şirnexê li Akbelenê vedide, berxwedana Çiyayên Kazê bi berxwedana Cûdî re bibe yek ava bikin.”
 
Di pêşengtiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de li dijî talana xwezayê ya li Şirnexê daxuyaniyeke girseyî pêk hat. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û  Demokrasiyê Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, parlamenterê Şirnexê M. Zekî Îrmez, Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Melîs Tantan, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Seroka Giştî ya Tarim Orkam-Sen’ê Serap Baysal, Komeleyên Ekolojiyê yên Amed, Mêrdîn û Şirnexê , rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê û gelek kes beşdar bûn. 
 
Di daxuyaniya ku li quntarên Çiyayê Gabarê yê li bajaroka Deşta Darê ya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê hate kirin de pankarta “Em tu carî polîtîkayên li dijî erdnîgariyê qebûl nakin” hate vekirin û dowîzên “Qirkirina ekolojiyê û birîna daran bi dawî bikin” , “Jiyana xwezayî biparêze, pêşerojê misoger bike” , “Hebûna xwezayê pêşeroja me ye” hatin hilgirtin. 
 
Berdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram ê daxuyanî xwend, bal kişand ser polîtîkayên netew dewletan ên li dijî gelê kurd û wiha got: “Bi deh salan e nasname û hebûna wan tune hatiye hesibandin. Sûcên şer ên dewletê li dijî gelê kurd pêk tîne, di dema AKP’ê û MHP’ê de zêdetir bûne, hatine asta ku gel nikare bêhnê bistîne.”
 
Adnan, qala qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê kir û wiha berdewam kir: “Ev talanên ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo rantê tên kirin, li Kurdistanê ji bilî rantê rêbazên şerê taybet di nava xwe de dihewîne. Polîtîkayên mêtîngeriyê yên li dijî gelê Kurdistanê tên pêkanîn, li ser bingeha hebûnên ekolojîk weke çeka bi rêbazên şerê taybet tê bikaranîn. Pratîka talankirina ekolojîk a li ser asîmîlasyon û tesfiyeyê, hema hema tevahiya Kurdistanê dorpêç kiriye. Kanên madenê, bendav û HES’ên bêhiqûq û nelirê ne hemû bajar û çoltar xistine bin zexta xwe.”
 
‘Sûcên otganîzeyî tên kirin'
 
Adnan bal kişand ser şewata daristanan ku her sal bi taybetî li herêmên ku weke ‘herêmên ewlekariyê’ hatine ragihandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên ewlekariyê yên ku daristan û darên Kurdistanê bi taybetî yên li bajarê Şirnexê dişewitînin, di salên dawî de bi derxistina ji kokê ya daran li ser ji holêrakirinê sekinî ye. Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî, Kûreş, Komate yên Şirnexê bi destûra şer a li dijî xwezayê re bi qedexeya ‘walîtiyê ya 15 rojan’ a bênavber, birîna daran a bi kontrol pêk tînin. Li herêmên ku ji gel re qedexe dar ji aliyê cerdevanan ve ji kokê ve tên birîn û li ber çavan bi kamyonan ji bajarên cuda re tên veguhestin. Hemû îtîrazên fermî û sivîl ên hatin kirin, heta niha encam negirtine û di bin navê ewlehiyê de li Kurdistanê qirkirin tê kirin. Bi pêkanîna qirkirinên daristanan, di heman demê de bi vekirina qadên madenê ji bo yekdestiyan re sûcên organîzeyî û qirkirinê tên kirin.” 
 
‘Polîtîka bêmrivobûnê tê meşandin'
 
Adnan destnîşan kir ku li Şirnexê pratîkeke şer a piralî di dewrê de ye û wiha domand: “Bi polîtîkayên xespkirina vîn, rant, talan û tunekirinê re, ku dewlet bi her şêwe lîstikan dilîze, li bajarê Şirnexê pratîkeke şer a pir rengî tê meşandin. Herêmên ku weke herêmên ewlekariyê hatine ragihandin, çêregehên qedexekirî, polîtîkayên faşîst û nijadperestî tên meşandin û hewl didin dewamiya jiyanî û jiyana bi hev re tune bikin. Bi vî şerê qirêj armanc ew e ku Kurdistanê bêmirov û bêzindî bihêlin û nasnameya gel ji holê rabikin. Li dijî vê pergala ku komkujiyên civakî û ekolojîk di nava hev de ne, ji bo ku careke din dengê xwe bilind bikin em li vir in.”
 
Ji Akbelenê heta Cûdî
 
Adnan, destnîşan kir ku sererd ne mal û milkê sermaye û desthilatê ne û herî dawî wiha got: “Feraseta ku komkujiya heywanan a li Meclisê bi qanûnan rewa dike û feraseta bêyî qanûnan nas bike daran qir dike jî heman e. Em ji birîna darekê re jî nabin temaşevan. Em ê xweza û civakeke azad ku dengê Şirnexê li Akbelenê vedide, berxwedana Çiyayên Kazê bi berxwedana Cûdî re bibe yek ava bikin. Weke parêzvanên xweza, jiyan û kedê, heta qirkirinên ekolojîk û qirkirinên zayendî biqedin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê xweza jiyan nabe” û “Xweza jiyan e, jiyanê biparêze” bi dawî bû. 
 
Ji nexşerê forûm
 
Piştî daxuyaniyê girse ji bo forûmê pêk bîne derbasî Şaredariya Cizîrê bû. Di forûma ku li Eywana Konferansê ya Şaredariya Cizîrê hate kirin de rê û rêbazên ku li dijî talana xwezayê di pêvajoyên pêş de bên şopandin hatin axaftin.