Li Wanê zaroka ketî avê jiyana xwe ji dest da

  • 14:35 28 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Zaroka bi navê Hîranûr Oner a li navçeya Payîzavayê ketî Bendava Zernekê û jiyana xwe ji dest da. 
 
Zaroka 13 salî Hîranûr Oner li navçeya Payîzava ya Wanê ji bo hênikkirina laşê xwe kete ava Bendava Zernekê. Oner, di bendavê de xeniqî û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Oner, ji hêla binavgeran ve hate derxistin.