Piştî pevçûnê 4 cenaze anîn nexweşxaneyê

  • 15:08 27 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
SÊRT - Piştî bombebaranê û pevçûna li bejahiya Berwariyê 4 cenaze anîn nexweşxaneyê.  
 
Duh li herêma Herekolê ya li bejahiya navçeya Berwarî ya Sêrtê operasyoneke leşkerî hatibû destpêkirin. Hat diyarkirin ku di çalakiyê de di navbera leşker û endamên HPG û YJA STAR’ê de pevçûn derketiye. Herêm ji aliyê balafirên şer û Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) ve  hat bombekirin. 
 
Piştî pevçûn û bombebaranê 4 cenaze anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê. Hat ragihandin ku ji cenazeyan 2 jê jin û 2 jî mêr in.