Menîce Gulmez: Bila her kes pêşî li pevçûnan bigire

  • 09:02 26 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Cigira serokatiya giştî ya PÎA Menîce Gulmez derbarê hevkariya Tirkiye û PDK’ê û armanca êrişên nû de axivî û got: “Fatureya nerêvebirina welat li Kurdan tê birîn. Ez bang li hemû aliyên hestiya rdikim bila pêşî li polîtîkaya ku Kurdan bihev didin şikandin bigirin.”
 
Tirkiyeyê ji bo bicih bikin sewqiyata lekerî ya ji bo herêma Başurê Kurdistanê didomîne û li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bertek didomin. Li her Tirkiyeyê gel sewqiyata leşkerî protesto dikin. PDK’ê bi hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re piştgiriya xwe jî piştrast kir. Ev helwesta hevkariyê ya PDK’ê heman demê de wek êrişeke li hember destkeftiyên Kurdan û yekitiya netewî jî tê nirxandin.
 
‘He tim mudaxale kirin’
 
Cigira serokatiya Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez bertek nîşanê biryara erêkirina sewqiyat leşkerî ya PDK’ê da û ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Menîceyê da zanîn ku Tirkiye ji dîrokê heta niha li hember axa Kurdan dagirkirinê dimeşîne û wiha got: “Ji dema komarê heta niha Tirkiye hewl dide axa Kurdistanê, axa Başurê Kurdistanê, ya Rojava bike bin kontrola xwe û zextan li Kurdan bike. Ev ji dema komarê de ye mijara gotinê ye.”
 
‘Gelê Kurd tînin hember hev’
 
Menîceyê destnîşan kir ku desthilatdariyê PKK kiriye hincet û dest bi êrişan kiriye û wiha pê de çû: “Bi wesayîtên hewayî yên bê mirov, bi çek, û hêza leşkerî li herêmê bi cih dike. Armanca êrişan ev e ku Kurdan ji holê rabikin. Dixwazin Kurdan bi hev bidin şikandin û qels bikin.”
 
‘Dikarin pêşî lê bigirin’
 
Menîceyê daxuyakirin ku divê Gelê Kurd li dijî êrişan hîn bêtir hestiyar bin û wiha pê de çû: “Ya ku dewlet dikin dixwazin Kurdan bînin hember hev. Dixwazin Kurdan bi hev bidin kuştin û tune bikin. Divê teqez Kurd neyên vê lîstikan. Divê ev bêaramiya navbera Kurdan de bê beralîkirin. Divê demildest baskê siyasî, qasên aştiyê, akademîsyen bikevin tevgerê. Dikarin pêşî li pevçûneke li wir bigirin.”
 
‘Fatureya wê li Kurdan dibirin’
 
Menîceyê wiha dawî lê anî: “Di navbera PDK û Tirkiyeyê de peymane hebe divê cîhan, rayagiştî ya navnetweyî demildest bi muxataban re hevdîtinê bike. Bila kes nemire. Hikûmet fatureya nerêveberiya xwe li Kurdan dibire. Bi şer û êrişan hewl didin xwe serkeftî nîşanê rayagiştî bidin. Divê hemû raya giştî li dijî van êrişan hişyar bin û bi hestiyar tevbigerin.”