ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN

  • 09:00 26 Tîrmeh 2024
  • Rojev
 
* Cigira serokatiya giştî ya PÎA Menîce Gulmez derbarê hevkariya Tirkiye û PDK’ê û armanca êrişên nû de axivî û got: “Fatureya nerêvebirina welat li Kurdan tê birîn. Ez bang li hemû aliyên hestiya rdikim bila pêşî li polîtîkaya ku Kurdan bihev didin şikandin bigirin.”
DÎMEN HEYE
 
* Zarokên penaber ên bê qeyd, ji bo ranta dewletan tune tên hesibandin. Zarokên bê qeyd di jêrzemînan de ku wek ‘kreşan’ e têkoşîna jiyanê didin.
 DÎMEN HEYE
 
* Tifaqa xurt û berfireh û hevkariyê, reqabeta sexte kêm kiriye û pergala rêveberiyê û damarên civakê hîn bêtir xurt kiriye. Ev nêzîkatî di felsefeya konfederasyonê de girîng e. Ya ku hîmê pergalê ava dike, felsefeya rêveberî û çanda jiyanê ye. Piştî konfederasyona medyan şûnde bajarê Hemedan paytexta konfederasyonê hatiye qebûlkirin. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
* Jinên ku di ‘hevdîtina keda jinan’ a şaredariya Peyasê de berhemên xwe difroşin balê dikşînin ser girîngiya qezenca xwe û Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar jî da zanîn ku wê xebatên wan ên di têkoşîna li dijî xizanya jinê de bidomin.
 DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku wezîrê Xezîne û Aboriyê welat bi welat digere û li riyên çareseriya krîzê digire û got: “Çareseriya krîzê li vê erdnîgariyê ye. CPT bûye parçeyeke polîtîka tecrîdê ya destilatdariyê.”