Rêxistinên jinan cezayê darvekirina li du jinên Îranê şermezar kir

  • 19:45 25 Tîrmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistin û tevgerên jinan destnîşan kir ku cezayê darvekirina 2 çalakvanên Îranî yek ji rêbazên şerê taybet ê tirsandina jinan û dûrxistina wan ji nirxên azadî û wekheviyê ye.
 
Têkildarî cezayê darvekirina herdu çalakvanên Îranê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî Kombûna Jinan a Zenûbiya bi beşdariya endam û nûnerên rêxistinên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
 
Pexşan Ezîzî di 4'ê Tebaxa 2023ˊyan de ji aliyê desthilata Îranê ve li Tehranê hat destgîrkirin. Rûniştinên darizandinê jî di 28'ê Gulan û 16'ê Hezîranê de li dar ketin. Di 23'yê vê Tîrmehê de parêzerên wê agahiya birîna cezayê darvekirinê ya bi gelek bihaneyan, wergirt. Di 4'ê vê Tîrmehê de heman ceza li dijî çalakvan Şerîfe Muhammedî bi bihaneya têkiliya bi partiya Komele re, derxist.
 
Girêdayî wê, Konseya Jinên Kurdistanê bang li desthilata Îranê kir ku cezayê li dijî herdu çalakvanan betal bike û banga geşkirina têkoşînê li dijî pergala Îranê ya li dijî jinan, kir.Her wiha, Kombûna Jinan a Zenûbiya û rêxistinên din ên jinan daxuyaniyek da û ev sûc bi tundî şermezar kir.
 
Endama Koordînasyona kombûnê ya Tebqayê li qada Navenda Çandê ya Tebqayê daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şoreşa jinan a di sedsala 21'emîn de ya bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bû sedema tirsa pergalên zordest û ev jî hişt ew sûc û binpêkirinên qirêj li dijî jinan pêk bînin. Herî dawî jî pergala Melalî ya Îranê cezayê darvekirinê li dijî herdu jinên çalakvan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî birî.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev sûcên yek ji rêbazên şerê taybet in ê ku tirsandina jinan û dûrxistina wan ji avakirina civakê li gorî nirxên azadî, demokrasî û wekheviyê ji xwe re kiriye armanc. Her wiha bang li civata navneteweyî û rêxistinên wê yên mafên mirovan hat kirin ku van sûcan şermezar bikin û zextê li rejîma Îranê bikin û jinan biparêzin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî jinan hat kirin ku li dijî siyasetên qetilkirin, darvekirin û tundiya li dijî jinên girtî têkoşînê mezin bikin.