Ji Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo Pexşan Ezîzî bang

  • 18:28 25 Tîrmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî biryara darvekirina parêzvana mafê jinan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî, Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê ragihand ku bi darvekirina jinên têkoşer hemû civak tê darvekirin û wiha hate gotin: “Divê her kes bibe dengê Paxşan Ezîzî û hemû girtiyên din ên di girtîgehên Îranê de tên cezakirin.”
 
Di 23’ê Tîrmehê de ji bo parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ku dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn. Pexşan Ezîzî ji sûcên bi îdiaya ‘li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye û endama ku serokê wê ketinen nava komên serhildanê’ û ‘serîrakirinê’ tê sûcdarkirin.
 
Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê der barê biryara darvekirina ji bo parêzvanan mafê jinan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî de daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin: “Beşek ji jinên çalakvan ên mafê mirovan ku li Îranê daxwaza maf û azadiya sereke kirine, rejîma Îranê tometên wek siyasî û kesî bi ser wan de sepandine. Li ser van tometan jî bi caran cezayên ne rewa ji bo wan hatine dayîn. Weke niha ew cezayê ku li ser çalakvana Kurd ya Rojhilatê Kurdistanê Pexşan Ezîzî hatî birîn.”
 
‘Bi vê hemû civak tê darvekirin’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew wek jinên Başûrê Kurdistanê li dijî van cezayên ne rewa û ne dadperwerane ku ji aliyê dadgeha Şoreşa Îslamî ve tê dayînin.Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ Em ê li gel hemû jinên têkoşer û mafparêz dengê na û nerazîbûnê bilind bikin. Her wiha divê bi çalakiyên li hundir û derveyê Kurdistanê li dijî cezayên bi vî rengî heta astekê zêde bikin ku dadgeh û siyaseta rejîmê neçar bike ku van cezayan hilweşîne yan jî biguherîne.Em bang li hemû sazî, dezgeh, partî û rêxistinên peywendîdar ên ji bo mafên mirovan û jinan dikin ku helwest hevbeş raber bikin û bi hişmendiya neteweyî ya bilind bibin dengê çalakvana jin Pexşan Ezîzî û hemû girtiyên din ên ku di girtîgehên Îranê de hatine mehkûmkirin. Bi darvekirina jinên çalakvan hemû civak tê darvekirin.”