Tulay Hatîmogullari: Dawî li newekheviya li deriyên sînor bînin

  • 18:26 25 Tîrmeh 2024
  • Rojane
AGIRÎ - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê daxuyanî da, bal kişand ser pêkanîn li deriyê sînor û wiha got: “Divê Pêkanîna Gumrikê ya Pirporî bê rakirin, derbasbûn bên hesankirin, xerca pulê bê rakirin.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Deriyê Sînor ê Gurbulakê yê li navçeya Bazîd a Agiriyê daxuyanî dan. Hatîmogûllari û şandeya pê re piştî di ketina navçeyê de hatin pêşwazîkirin derbasî deriyê sînor bûn. Hatîmogûllari ya li vir bi welatiyan re sohbet kir, pişt re daxuyanî da.
 
Tulayê, diyar kir ku yek ji bajarên ku herî zêde xizanî lê heye û ciwan koç dikin Agirî ye û wiha got: “Pêkanînên ku li gelek deverên Tirkiyeyê nînin li ji gelê me re rewa tê dîtin. Xercên deriyê sînoran ji 150 lîreyî bilind kirin 500 lîre yî. Mirovekî ku ji xwe re du kîloyên çayê dianîn li vir difirot û debara xwe dikir lê dewletê çav berda vê yekê û biha zêde kir. Yek ji pirsgirêka herî mezin a li vir jî barên derbasî aliyê Îranê dibin bi saetan li vir tên sekinandin. Dîsa destûr nayê dayîn ku tişt li vir bên gumrikkirin. Di bin navê pêkanînên Gumrikê yên Pisporî de berhemek bi mehan li depoyan tê sekinandin ji ber ku li vir kirariyên gumrikê nayên kirin.”
 
‘Gelê Kurd tê cezakirin’
 
Tulayê, anî ziman ku tu wijdan vê pêkanînê qebûl nakin û wiha domand: “Em gelek caran bûn şahid ku ji aliyê siyasî û civakî ve cihekarî li gelê kurd tê kirin. Weke ku li bajarên me razemeniyê nakin, her wiha pêşî li sûdwergirtina ji deriyê sînor jî tê girtin. Mirovên dixwazin di vî derî de debara xwe bikin tên astengkirin. An ku bi taybetî dixwazin gelê Bazîd û Agiriyê xizan bikin. Ne pêkan e ku ev were qebûlkirin. Heke ev deriyê sînor ne li gorî standartan e çima dixebite? Ev pêkanîn ji bo ku gel bêtir feqîr bibe tên kirin. Ne em ne jî hevalên me yên ajokarên TIR’an vê qebûl nakin.”
 
‘Em ê bi hev re biserkevin’
 
Tulayê xwest ku pêkanînên li deriyê sînoran demildest bên bidawîkirin û wiha berdewam kir: “Îro li vir herkes ji van pêkanînan aciz e. Divê Pêkanîna Gumrikê ya Pisporî bê rakirin, derbasbûn bên hesankirin, xerca pulê bê rakirin. Ji bo welatiyên me yên bazirganiya sînor dikin divê pêkanîna kotayê bê rakirin. Em helwesta keyfî ya karmendan qebûl nakin. Dema li Mêrsînê tiryak derbas dibe TIR nayên sekinandin lê TIR’ên ku xurek û pêlîstokan tînin tên sekinandin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û bi hev re serbikevin.”
 
Tulay, pişt re ji bo tevli civîna gel bibe dîsa derbasî navenda navçeyê bû.