Konseya Bajêr ji nû ve tê avakirin

  • 13:03 2 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Xebatên ji nû yên çalakirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dewam dike. Konseya Bajêr ji nû ve tê avakirin
 
Der barê amadekariyên avakirina Konseya Bajêr a bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê de daxuyaniyeke fermî hat dayîn. Konseya Bajêr a ku di sala 2014'an de di çareserkirina pirsgirêkên bajêr de roleke aktîf lîst, bi tayînkirina qeyûman hat betalkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî serkeftina mezin a hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê, ji bo ji nû ve avakirina  Konseya Bajêr ku yek ji hêviyên gel û civakê ye, xebat hatin destpêkirin."
 
Hevserok dê bangawaziyê bikin
 
Konseya Bajêr a ku li ser banga Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan wê bicive, wê civîna lijneya giştî pêk bîne û lijneya meclîsê diyar bike. Her wiha dê di civîna lijneya giştî de serokê meclîsa bajêr, meclisa giştî, lijneya rêveber, meclîs û komên xebatê bên diyarkirin.
 
Dê hevdîtinên berfireh bên kirin
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê di bin navê Konseya Bajêr de avabûnên wekî "Meclîsa Jinan, Meclîsa Ciwanan, Meclîsa Zarokan, Meclîsa Astengdaran" hebin û di nava meclîsê de sazî û rêxistinên giştî, saziyên sivîl, odeyên pîşeyî, rêxistinên jinan cih bigirin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê xebatên berfireh ên wekî, lêkolînên hawirdor û ekolojîk, tespîtkirin û çareserkirina pirsgirêkên bajar ên paşverû û kronîk bên kirin û encam bên bidestxistin.
 
Di Konseya Bajêr de xala hevpar wê bibe Wan
 
Hate teqezkirin ku Konseya Bajêr wê weke pêkhateyeke ku bi şaredariyê re di nava diyalogê de ye tev bigere, lê helwêsta xwe diparêze û di nîqaş û nîqaşkirina pirsgirêkên bajêr û peydakirina çareseriyên hevpar de cih digire. Hate diyarkirin ku Konseya Bajêr wê armancên wekî berfirehkirina tevlêbûna demokratîk a "qanûna hemwelatîbûnê", pêşxistina hişmendiya jiyana hevpar û birêvebirina bajar biparêze. 
 
Hat diyarkirin ku Lijneya Giştî ya Konseya Bajêr wê her sal di mehên çile û îlonê de bicive, dê di demên cuda de civîn û lêkolînên qadê li dar bixe û dê bi meclîsa bajêr re ji nêz ve di nava diyalogê de be.