Zeynep Kinaci û Sema Yuce li Stenbolê hatin bibîranîn

  • 22:58 1 Tîrmeh 2024
  • Rojane
STENBOL - Ji bo salvegera Zeynep Kinaci û Sema Yuce yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li navçeyên Sancaktepe û Esenyurtê bernameya bîranînê hat lidarxistin.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA)  bi boneya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce (Serhildan-Leyla) yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Rêxistina Navçeya Esenyurtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) hat lidarxistin. Rêxistinên Navçe û navçeyan ên DEM Parti, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ANYAKAY-DER), Rêveberên Kongreya Demokratîk (HDK), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî bûn. Li salona ku pankarta bi Kurdî û Tirkî ya bi nivîsa "Xeta berxwedanê ya jinê bi jiyana azad pêkan e" hatin daliqandin gelek caran dirûşmeyên "Şehîd Namirin" hatin berzkirin.
 
Bîranîna ku bi tevlîbûnek girseyî pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Di bîranînê de sînevîzyona ku jiyan û têkoşîna Zeynep nîşan dide hat pêşandan.
 
Piştî sînevîzyonê stranên berxwedanê yên kurdî hatin gotin. Bernameya bîranînê bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
 
Li navçeya Sancaktepeyê bi beşdariya gelek kesan bernameya bîranînê hat lidarxistin.