Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt

  • 16:48 29 Hezîran 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Koma sêyemîn a nobeta bi dirûşmeya “Rêzgirtina ji vînê re” li Colemêrgê hate destpêkirin dewr girt, ev peyam da: “Tu hêz nikare li dijî van daxwazên me yên mafdar bisekine. Tu hêz nikare me rawestîne.”
 
Bi biryara Wezareta Karên Navxweyî di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatibû kirin. Nobeda bi dirûşma “Rêzgirtina ji îradeyê” re ji 25’ê hezîranê ve li ber Walîtiya Colemêrgê hatiye destpêkirin, berdewam dike. Çalakiya nobetê ku di roja 5’emîn de li ber bazara gel a şaredariyê heta nîva şevê berdewam dike, ji aliyê hilbijartiyên ji Wanê û derdora wan hate dewrgirtin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez û rêveberên DEM Partiyê yên Colemergê şandeya hate bajêr pêşwazî kir. Piştî pêşwazîkirinê girse ber bi navenda sûkê ve bi pankarta “Em ê tecrîdê rakin û qeyûm bişînin” û bi pêşmalkên “Rê nadin qeyûm” meşiyan. Di meşê de her tim dirûşmeyên “Colemêrg warê me, şaredarî karê me”, “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” ve “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.  
 
Piştî meşê, der barê bîranîna Şêx Seîd û cezayê îdamê yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat birîn de, daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniya çapemeniyê ya kurdî ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Kadîr Şahîn ve hate xwendin.
 
Kadîr, bal kişand ser dîroka zextên li dijî gelê kurd û wiha got: “Feraseta ku hewl dide hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan bidomîne, ev sed sal in hewl dide têkoşîna gelê Kurd têk bibe û hewl dide di di bîra civaka Kurd de hilweşandineke kûr a dîrokî pêk bîne. Di vî warî de roja 29’ê Hezîranê ji bo gelê kurd û Kurdistanê rojeke dîrokî ye. 74 sal piştî darverkirina Şêx Seîd di sala 1999’an de der barê Rêzdar Abdullah Ocalan de biryara darvekirinê hat dayîn. Bêguman, ev ne tesaduf e! Ev yek ji bo lêgerîna azadiyê ya gelê kurd peyameke aşkere ye. Ji ber vê yekê jî em bandora pêvajoya Serhildana Şêx Seîd, bi tecrîda giran, bi pergala îşkenceyê ya li girtîgehan, bi polîtîkayên îmha û înkarê ya li dijî gelê kurd hêj jî dijîn."
 
Kadîr di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bi ser vê pêvajoyê re sed sal darbas bûn û em banga xwe car din bi zelalî dubare dikin; divê qetlîama ku li dijî Şêx Seîd û rêhevalên wî pêk hat bi her aliyî ve bê ronîkirin! Divê tevî kesên ku di qetlîamê de cih girtin û hewl dan rastiya serhildanê berovajî bikin, yek bi yek bên tespîtkirin û heqîqeta wê pêvajoyê bê ronîkirin. Her wiha em bang dikin ku; divê di navbera dewlet û pêvajoya Serhildana Şêx Seîd de hevrûbûnek pêk bê. Li gel vê yekê, divê cihê gorên Şêx Saîd û rêhevalên wî bên diyarkirin û mafên wan jî ji paş ve bên dayîn.”
 
Kadîr herî dawî wiha got: “Em car din tînin ziman; ne Planên Şark Islahatê, ne Planên Çokdanînê, ne biryarên Dadgehên Îstîklal û DGM’ê û ne jî cezayên giran ên dadgehên desthilatdariyê wê nekaribin têkoşîna me asteng bikin, wê nekaribên rêwîtiya me ya ber bi azadiyê ve bi dawî bikin! Li dijberî faşîzmê, li dijberî tevî êrîş, qetlîam û polîtîkayên tecrîdê û li dijberî feraseta qeyûman têkoşîna me wê bê navber bidome! Ji sala 1925’an heya 1999’an me serî netewand û em ê tu caran serî netewînin!”
  
Piştî daxuyaniya hate dayîn koma 2 roj bûn li bajêr di çalakiyê de bû, çalakî dewrî koma nû kir. Hevserokê Milazgirê yê DEM Partiyê Kemal Ozer ê li ser navê koma duyemîn axivî, diyar kir ku ji polîtîkayên qirkirin, îmha û qeyûman natirsin û wiha got: “Bila herkes bizane ku gelê kurd ji kesê natirse û em li vir in. Xwe birêvebirina bi nasname, ziman û çanda me mafê me yê herî xwezayî ye. Tu kes nikare li dijî daxwazên me yên mafdar û birûmet bisekine. Tu hêz nikare me rawestîne, em li vir in, xwedî li vîna xwe derdikevin û her tim em ê li vir bin.”
 
Piştî axaftinên hatin kirin girse ber bi avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr ve bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” meşiya.