Kongra Star pakrewan Zîlan bi bîr anî

  • 13:24 29 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Çilaxa pakrewan Zîlan bi bîr anîn û soz da ku têkoşîna wê bidomînin ta ku jin azadiyê bi dest dixin û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan pêk tê.
 
Kongra Star a bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna pakrewan Zîlan (Zeyneb Kinaci) li hola Navenda Çandî ya bajêr çalakiyek li dar xist. Şênî û nûnerên saziyên civaka sivîl tev li çalakiyê bûn.
 
Endama Kongra Star a bajarê Çilaxa Nezhe Seyfûdîn axivî û di kesayeta pakrewan Zîlan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe xwest bendê tirsê yê gelê kurd bişikîne û baweriyê jê re vegerîne ji bo ku têbikoşe û azadiya xwe û azadiya gelên bidest bi dest bixe."
 
Nezhe wiha domand: "Berxwedana şehîd Zîlan û fedakariya wê, dersek da dijmin ku îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîd, xeta sor e û ji bo parastina wê em ê bibin bombe û di rûyê her kesê dest bi wê bide de biteqin. Em soz didin ku rêya wê berdewam bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."
 
Dûre endama Kongra Star Kerîme Mihemed nameya pakrewan Zîlan a ji Abdullah Ocalan re şandiye xwend. Piştre sinevizyonek têkildarî axaftina Abdullah Ocalan a li ser pakrewan Zîlan û dîroka têkoşîna wê hate pêşandan.