Rojhilatê Kobanê hat bombebarankirin

  • 13:49 28 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafireke bêmirov a biçek rojhilatê bajarê Kobanê bombebaran kir û di heman demê de Dewleta Tirk herêm topbaran kir. Di encamê de agir bi zeviyan ket.
 
Balafireke bêmirov a biçek a Dewleta Tirk herêma di navbera gundê Gultepe û Baxdîk de li rojhilatê bajarê Kobanê bombebaran kir. Di heman demê de dewleta Tirk heman dever topbaran kir. Dema êrişê cotkar di nav zeviyên xwe de bûn.
 
Di encamê de agir bi zeviyan ket lê heta niha agahiyên berfireh derbarê encamên êrişê de bi dest neketin.