Li Şengalê semînera ‘Xwe ji fermanê biparêze’

  • 10:45 22 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya TAJÊ û YJŞ’ê semînerek bi navê "Xwe ji fermanê biparêze" hat lidarxistin û wiha hat gotin: "Ferman û êsîrbûna jinên êzidî ne qedere. Bi rêxistinê em dikarin rê li ber fermanê bigirin."
 
Di 10'emîn salvegera fermanê de yek ji rojevên herî esasî ya Şengalê û bi taybet jî jinên êzidî, mijara xwe parastinê ye. Di 8’ê Adarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kampanyaya "Li hemberî qirkirina jinê bibe dengê xwe parastinê" dabû destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de heya niha gelek çalakiyên cûda hatin lidarxistin ku duh jî li navenda Şengalê bi pêşengtiya YJŞ û TAJÊ semînerek bi navê "Xwe ji fermanê biparêze" hate dayîn.
 
Semîner li navenda bajarê Şengalê li Meclîsa Gel a Şengalê bi tevlîbûna endamên TAJÊ, şervanên YJŞ’ê û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser pêkhat. Semînerê ji bo şehîdên şoreşê bi rêzgirtinê hate dest pêkirin. Yek ji fermandarên YJŞ’ê Viyan Hebabî û Endama Koordinasyona TAJÊ Neam Bedel wekî axaftvan beşdarî semînerê bûn.
 
‘Em ê welatê xwe biparêzin’
 
Endama Koordinasyona TAJÊ Neam Bedel ku axaftina destpêkê kir bibîrxist ku fermana 74’an a bi destê DAIŞ’ê hatî kirin ji bo civaka êzidî careke din girîngiya xwe parastinê nîşan daye û wiha berdewam kir: “Kombûna me li ser wê esasê ye ku îro emê çawa karibin xwe ji fermanan biparêzin. Kombûna me ya îro bersiva ji dijminê me re ye, yên ku li ser me pîlanên tinekirinê dimeşînîn bersiva ji bo wane. Eger êrîşekî bi ser me de çêbibe em ê xwe û welatê xwe biparêzin. Emê planên wan hemû vala derxînîn.’’
 
Qedera jinên êzidî... 
 
Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî jî di axaftina xwe de balê kişand berxwedana gel a di fermana 74’an de û wiha pê de çû: “Gelê Şengalê di çeperan de bi xwe şer kir. Wekî gundê Girzerik lehengiyeke mînak hate meşandin. Lê li hemberî fermanê kêmasiyên ku hatin jiyîn ji hebûn. Di milê rexistînî de kêmasî hebûn, rewşa fermanê weke qedera xwe dest girtin heye, niha ji ew nêzikatî heye. Lê ez dibêjim ev ne qedera jina Êzîdî bû ku bê esîr kirin. Ger rexistinbûnekê hebûya ev rewş bi vî awayî nedihat jiyandin.”
 
Berxwedana herî mezin
 
Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî di nirxandina xwe de rola Çiyayê Şengalê ya di parastina bîr û baweriya êzdatiyê de jî destnîşan kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Îro kesên ku li Şengalê jiyana xwe berdewam dikin, yek ji berxwedana herî mezine. Ti karî neke tenê li Şengalê be, ev bi serê xwe berxwedane. Çiyayê Şengalê cihê stara me Êzidiya ye. Fermana 74’an du tiştan hedef girtin. Ya yekemîn cihên me yên pîroz, ya duyemîn jinên Êzîdî hedef girtin. Ji ber di civakê de jiyan li derdora jinê kom dibe. Cihên pîroz jî çand û exlaq xwe tê de berdewam dike. Ji ber ku civak bi bîr û baweriya xwe dibe civak. Ji ber vana ev her du tişt hedef girtin. Gelê Êzîdî her dem bi ruhê berxwedanê dijî. Roja meya îro jî wisa ye.”