Hejmara miriyên şewata Çinar û Şemrexê gihaşt 14 kesan

  • 10:07 22 Hezîran 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Hejmara kesên di şewata li navçeyên Çinar û Şemrexê de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 14 kesan. 
 
Pêr êvarê li gundên bi ser navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ve şewat derketibû. Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 14 kesan. Kerîme Erdenli ya ku dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. 
 
10 kes li taxa Kelekê, 4 kes li Tobînî û Herberê hatin definkirin. 
 
Kesên ku jiyana xwe ji dest dan: Resûl Yilmaz, Şeyhmus Demîr, Mezher Demîr, Remzî Yilmaz, Îsmaîl Yardimci, Abdurrahman Bugdayci, Sînan Devîren, Rezan Yilmaz, Azad Yilmaz, Talîha Demîr, Nurî Demîr, Fadil Demîr, Kerîme Erdenlî, Ubeydellah Bugdayci.