Femînist Eftelya: Em ê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe mezin bikin

  • 09:02 22 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Femînist Eftelya Koyuncu, bal kişand ser bandora pergala hevserokatiyê û projeyên şaredariyên DEM Partiyê û got: "Hevdîtina me ya bi hevşaredar û siyasetmedarên jin re carek din nîşanî me da ku piştevanî çend girîng e. Lê divê êdî li dijî faşîzmê û polîtîkayên dijminatiya jinan dike têkoşîneke hevpar bê meşandin." 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi pergala xwe ya hevserokatiyê û projeyên xwe yên civakî bi ser ket. Ev proje û pergal ji bo Tirkiyeyê jî bû mînak. Di ser hilbijartinan re 4 meh derbas bûn û hevşaredarên jin ên DEM Partiyê bi taybet ji bo jinan projeyan li pêş dixin û ev yek jî bala jinên Tirkiyeyê dikişîne ser xwe. 
 
Di 8 û 9'ê Hezîranê de komek ji femînistan pêk dihat li Amed û Êlihê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hevdîtinek pêk anî. Jinan tecrûbeyên xwe parvekirin û li ser têkoşîna hevpar rawestiyan. 
 
Têkoşera Parastina Jinê, xwendekara beşa têkiliyên Navneteweyî û zanista ramyariyê ya Zanîngela Bogazîçî Eftelya Koyuncu, bal kişand ser têkoşîna tevgera jinên kurd û xizmetên şaredariyên DEM Partî ya ji bo jinan tê kirin. 
 
Jin Kart
 
Eftelya diyar kir ku di 31'ê Adarê de jinan vînek mezin derxist holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şaredariyên DEM Partiyê jî vîna jinan mezin kir û xwedî li keda jinan derket û vê yekê xist meriyetê. Qeyûmên ku tayînê şaredariyên Kurdistanê hatin kirin yek car êriş bir ser destkeftiyên jinan û saziyên jinan. Bi têkoşîna jinan carek din jinan qadên ku hatin xespkirin bi dest dixin. Jinên ku ji her qadên cemaweriyê tên dûrxistin carekdin hatin cihê xwe. Mînaka girîng sepandina Jin Kartê. Ev yek ji bo jinan gelek girîng e. Jin bi erzanî dikarin bi otobusên şaredariyê bigerin. Di sala 2014'an de ji hêla şaredariyên kurd ve ev yek hatibû pratîzekirin. Li Stenbolê jî Dayik Kart heye. Ev yek tenê jinê bi nasnameya dayiktiyê dide nasandin." 
 
Destûra reglê...
 
Eftelya, daxuyand ku destûra reglê ji bo jinên ku dixebitin girîng e û got: "Regl di jiyanê de rastiyek e. Lê bi destê îktîdarê û zihniyeta paşverû regl tê veşartin û wek şerm tê dîtin. Destûra reglê di vê helê de girîng e. Jin di qadên kar de naxwazin bên astengkirin û dixwazin di nav ewlehiyê de bixebitin. Destûra reglê ya ku ji hêla şaredariyên DEM Partî ve tê pêşxistin ji bo jinan girîng e û her wiha sepandina destûra 8'ê Adarê, 25'ê Mijdarê jî girîng e. 
 
Bandora pergala hevserokatiyê 
 
Eftelya, diyar kir ku tevlîbûna jinan a siyasetê, hebûna jinan a qadên cemaweriyê ya ku bi şaredariyên DEM Partiyê tên kirin girîng e û wiha nêrînên xwe anî ziman. "DEM Partî pergala hevserokatiyê anî. Bi vê pergalê jinên ku tune dihatin hesibandin, di nav 4 dîwaran de hatin hepskirin, hişmediya şaredarî tenê li cihê mêran e hatin pêşxistin, ji holê rabû. Ev pergal nîşan da ku jin dikarin di siyasetê de cih bigirin." 
 
'Jin jiyan azadî li kolanan deng da'
 
Eftelya, di axaftina xwe de wiha behsa têkoşîna hevpar kir: "Tevgerên jinan û tevgerên femînistan ji bo têkoşîneke hevpar her tim bi hev re di nav têkiliyê de bûn. Li Êlihê têkoşîna jinan û vîna jinan bû sedema têkçûna HUDA Parê. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li kolenên Êlihê deng da û ev yek pir watedar e." 
 
Eftelya, diyar kir ku serbest berdana siyasetmedar Gultan Kişanak,  Sabahat Tuncel, Ayla Akat girîng e û got: "Hevdîtina femînistan a bi Gultan, Sebahat, Ayla û girtiyên din ji bo pêvajoyê girîng bû. Li kolanan, li meclîsê, li malan û li girtîgehan têkoşîna jinan didome. Encama vê têkoşînê di DEM Partiyê de xwe da der." 
 
'Em di mezinkirina têkoşînê de bi biryar in'
 
Eftelya, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina femînistan a li Amed û Êlihê û wiha dawî kir axaftina xwe: "Siyasetmedar, hevşaredar, hevserok, aktîvîstên TJA'yê bi femînistan re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinan de jinan bal kişand ser girîngiya hevdîtinê. Dewlet-mêr bi her awayî êriş dibe ser têkoşîna jinan. Êdî ne tenê piştevanî divê li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan dike têkoşîneke hevpar bê dayîn. Em di mezinkirina têkoşînê di bi biryar in."