Di nobeta li dijî qeyûman de şewata li Kurdistanê hat şermezarkirin

  • 21:32 21 Hezîran 2024
  • Rojane
 
STENBOL – Di roja 14’an a nobeda li dijî qeyûman de pankartên reş hatin hilgirtin û bal kişandin ser şewata li Kurdistanê di encama xemsariyê de derket holê.
 
Çalakiya nobedê ya ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin di roja 14’emîn de berdewam dike. Nûnerên gelek partî, komele, sendîka, sazî û rêxistinan jî piştgirî dan çalakiyê.
 
Di çalakiyê de dirûşmên “Dê qeyûm biçe em ê bimînin”, “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin”, “Bijî berxwedana Colemêrgê”, hatin berzkirin.
 
Bernameya muzîkê ji ber şewata li Mêrdîn û Amedê pêk hatî hat betalkirin. Di çalakiyê de nûnerên saziyan axivîn û bal kişandin ser têkoşîna hevpar û ji bo malbatên ku xizmên xwe di şewatê de windakirin sersaxi hat xwestin.
 
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.