Heyva Sor a Kurdistanê: Em bi hawara mexdûrên şewatê ve biçin

  • 14:59 21 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên şewata li Şemrex û Çinarê banga alîkariyê kir û got: “Banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan heye ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê bidin malbatên mexdûr.”
 
Heyva Sor a Kurdistanê têkildarî şewata li navçeya Şemrex û Çinarê daxuyaniyeke nivîskî da û banga alîkariyê kir.
 
Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê bi vî rengî ye:
 
“Em bi hawara mexdûrên şewatê ve biçin!
 
Welatiyên hêja,
 
Şeva 21’ê Hezîranê ji ber belavbûna çirûskên elektrîkê li gundên navçeya Çinarê ya Amedê û yên navçeya Mêrdînê agir bi zeviyên welatiyan ket. Şewatê ji gundê Tobiniyê yê Çinarê dest pê kir û li gundên Têznê, Hatdirînê, Reşan, Dêrê, Kelekê, Herberê û Bexcayê yên bi ser Şemrexê ve belav bû û heta ber bi Bendava Goksuyê berdewam kir.
 
Ji bilî ziyana maddî, mixabin ji ber şewatê herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û bêhtirî 40 jî birindar bûn. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane ciwan in. Li gorî eşkere bûye, rewşa gelek birîndaran giran e û li nexweşxaneyên Amed, Mêrdîn û Rihayê tên dermankirin.  
 
Li herêma şewatê gelek sewalên gundiyan û sewalên kovî telef bûn.
 
Heta kêliya dawî jî gundiyên derdorê bi derfetên xwe yên kêm hewl dan şewatê vemirînin û ji ber xemsariya saziyên dewleta Tirkiyê gelek zor û zehmetî peyda bûn.
 
Wek saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê, em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî daxwaza şîfaya lezgîn dikin.
 
Wek hemû bûyerên felaketê yên beriya niha, Heyva Sor a Kurdistanê yekser ket nava hewldanên pêçandina birîna welatiyan. Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên şewatê alîkariya madî berhev dike û wê di zûtirîn dem de pêdiviyên kesên mexdûr bicih bîne.
 
Dubare Heyva Sor a Kurdistanê ji bo kes û karên qurbaniyan sersaxiyê dixwaze û hêvî dike ku felaketên wiha êdî ti carî bi serê gel neyên.
 
Bi vê bîr û baweriyê banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan heye ku bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî malbatên mexdûr bikin."