Piştî Şemrex û Çinarê li Erxeniyê jî şewat

  • 14:47 21 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Piştî şewata li Şemrax û Çinarê, li Erxeniyê jî di nav zeviyên çandiniyê de şewat derket. Gundiyan û tîmên şaredariyê mudaxileyî şewatê kirin. 
 
Li gundên Xeltûşka, Meyadûn û Zengetil ên bi ser navçeya Erxeniya Amedê ve di nav zeviyên çandiniyê de şewat derket. Şewat li du nokteyan derket û gundiyan û tîmên agirkujiyê yên şaredariyê mudaxileyî şewatê kirin. Şewat hat kontrolkirin. Sedema derketina şewatê nehat zanîn û xebatên sarkirinê berdewam dikin.