Nobedên li dijî xespkirina vînê didomin

  • 22:15 20 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên nobedê de ku li dijî binpêkirina vînê hatin destpêkirin, li Amed û Stenbolê dewam kirin.
 
Çalakiyên nobedê yên li dijî qeyûmê tayinî Şaredariya Colemêrgê hat kirin hatin destpêkirin, li Amed û Stenbolê didome.
 
Amed
 
Nobeda li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û navçeyan didome. Di çalakiyê de pankarta "Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin xespê" û "Qeyûm talan e" hatin daliqandin. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, endamên meclisa şaredariyê, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê, xizmên girtiyan û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Kesên tevlî çalakiya nobedê bûn tim bi dirûşmeyên “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” tayinkirina qyeûm protesto kirin.
 
Di nobeda îro de denbêj bi stranên xwe bal kişandin ser berxwedanê.
 
Nobet dê heta saet 00.00’an bidome.
 
Stenbol
 
Çalakiya nobedê ya ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê hatibû destpêkirin di roja 13’yemîn de berdewam dike. Nûnerên gelek partî, komele, sendîka, sazî û rêxistinan jî piştgirî dan çalakiyê.