Li Stenbolê serdana goristanan

  • 14:52 16 Hezîran 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Li Stenbolê bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû ya di serdanê de axivî wiha got: “Em careke din soz didin, têkoşîna azadiyê dê serbikeve.”
 
Di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên Xizmên xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) bi boneya Cejna Qurbanê li Goristana Gazî ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê serdana gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane kirin. 
 
Rêveberên Komeleya Piştavanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MA TUHAY-DER), parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgul Sakî û Çîçek Otlû, Hevserokê Giştî yê Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Şahîn Tumuklu û gelek welatî beşdarî serdanê bûn. Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Gaziyê (MalaCemê) ku kesên tev li serdanê bûn li wir hatin cemhev di saetên serê sibê de ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Koma li vir hate cemhev piştî cejn li hev pîrozkirin ber bi Goristana Gaziyê dest bi meşê kirin. Di meşê de ji aliyê girseyê ve dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. 
 
Piştî rêzgirtina li qada goristanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin, Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Emîne Arslan axivî. Emîne diyar kir ku kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tîne û peyama ku dê têkoşîna wan bidomînin da. 
 
‘Em vê wezîfeya xwe ji şehîdên xwe zêdetir hîn bibin’  
 
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu destnîşan kir ku divê li mîrateya kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane xwedî bê derketin û wiha got: “Em li pêşberî bi dehan şehîdên ku ji Pirsûsê heta Dîlokê, ji Rojava heta Kobanê bi hev re ne, ne. Ev yek ji me re qala siberoja têkoşîna me dike. Ev bang bangewaziyek e ku hîn bêhtir mezin bikin, bibin yek û têkoşînê bi pêş ve bibin e. Em weke şoreşgeran, weke kesên ku vê têkoşînê dimeşînin, divê em vê wezîfeya xwe ji şehîdên xwe zêdetir hîn bibin, em zêdetir xwedî li wan derkevin, ji karker û bindestan re rave bikin û meşandina têkoşîna wan ji xwe re weke peywîrekê qebûl bikin. Em ê ji welat, herêm û cîhanê re azadiyê bînin.”
 
‘Em têkoşînê zêdetir mezin bikin’ 
 
Parlamenter Ozgul Sakiyê jî qala girîngiya Goristana Gaziyê kir û anî ziman ku ji aliyê kurd, elewî û sosyalîstan ve xwedî hafizayeke dîrokî ye. Ozgul a bertek nîşanî dorpêça polîsna da diyar kir ku dewlet tenê qeyûm tayînî şaredariyan nake, di heman demê de tayînî goristanan jî dike. Ozgul di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em dizanin ku ev dewlet tenê qeyûm tayînî rêveberiyên me yên herêmî nake, dixwaze qeyûm tayînî hafızaya me têkoşîna me. Ji ber vê yekê berpirsyartiyeke me heye. Ev berpirsiyartî ew e ku em têkoşînê zêdetir mezin bikin.”
 
Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hatiye girankirin
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 39 meh in agahî jê nayê wergirtin û got: “Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hatiye girankirin. AKP û MHP’ê li vî welatî şer da destpêkirin. Em careke din li pêşberî şehîdên xwe soz didin ku têkoşîna azadiyê dê serbikeve. Em ê ji bo çareseriyeke kedkar a di pirsgirêka kurd de têbikoşin. Ne qeyûm, ne girtin, ne jî astengkirina mafên me yên zimanê dayikê nikare li pêş têkoşîna me bibe asteng. Bijî azadî, bijî şoreş. Şehîd namirin.”
 
Piştî axaftinan serdana goran hate kirin û dûa hatin kirin. Piştî kûlîlk danîn ser goran serdana li goristanê bi dawî bû.