Li Amedê serdana goristanê

  • 12:50 16 Hezîran 2024
  • Rojane
 
AMED - Gultan Kişanak di serdana goristanê ya ji bo cejnê de axivî û got ku ew hêvî dikin mizgîniya rojên geş bidin.
 
Rêxistina Bajarê Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya Cejna Qurbanê serdana Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Sûrê kir. Di ziyareta goristanê de Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe Di Dergûşa Şaristanan de winda kirine (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Adalet Kaya amade bûn. Siyasetmedar Gultan Kişanak û gelek kes tevli serdana goristanan bûn. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ku piştî deqîqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane li ser gora siyasetmedarê Kurd Vedat Aydin mafê axaftinê girt. Abbas wiha got: "Ji bo rastiya van cinayetan derneveke holê zihniyeteke tarî li dû vê yekê heye."
 
'Bila êdî ev xwîn raweste'
 
Piştre birayê Vedat Aydin Veysî Aydin axivî û diyar kir ku ew di vê Cejna Qurbanê de aştiyeke bi rûmet dixwazin û got, "Têkoşîna gelê Kurd îro di qonaxeke gelekî girîng de ye. Bila êdî xwîn raweste. Bila bi rûmet, aştî pêk were."
 
'Ti ferqa Tansu Çîller û AKP'ê nîne'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş biryara polîsên di doza Tahîr Elçî de tên darizandin bi bîr xist û got, " Beriya 3 rojan biryara beraetkirina kujerên Tahîr dan. Yên pêşî dikujin û piştre efû dikin, parçeyên cuda yên heman zihniyetê ne. Îro AKP ye, sibe dibe partiyeke din. Lê ti ferq di navbera kesên ku dema Vedat Aydin hat qetilkirin û îro de tune ye. Ti ferqa Tansu Çîller û AKP'ê nîne."
 
'Hêviya me ew e ku rojekê werin û mizgîniya rojên geş bidin'
 
Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak dema qurnefîl li goristanê danî wiha got, "Vedat Aydin di demeke tarî de hat qetilkirin. Hêviya me ew e ku em rojekê werin vir û mizgîniya rojên geş bidin. Vedat Aydin vê heq dike."
 
Bîranîn piştî dua hatin kirin bi dawî bû.