Ambargo û êrişên dewleta tirk ên li ser Şehbayê

  • 11:21 16 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Şehbayê li dijî êrişên dewleta tirk û ambargoya hukumeta Şamê nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Hîna dorpêç li ser me berdewam e û dewleta tirk jî dest ji êrîşên xwe yên li ser me bernade. Bi ser de jî li vir hemî tişt bi pereyên pir buha tên kirîn. Li kêleka wê jî av kêm e, em nakirin agirê ku bi zeviyan dikeve vemirînin."
 
Piştî ku welatiyên kantona Efrînê bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê bûn, dewleta tirk û komên girêdayî wê her êrîşên xwe bi ser wan de û bi hemî cureyan dide dewamkirin. Hikumeta Şamê jî ferzkirina ambargoya xwe li ser kantonê nedaye terikandin. Jinên kantona Efrîn-Şehbayê dan diyarkirin ku çi bibe bila bibe ew ê têkoşîna xwe neterikînin. 
 
'Hem me talan dike hem jî derbê li aboriya me dixe'
 
Elya Hiso da zanîn ew bi salan e di bin êrişan de têkoşîna jiyanê didin û wiha got:" Ev bû 6 sal in em li vir li hemberî top û tivingan rû bi rû ne. Li kêleka wê jî di vê demsala germ de dewleta tirk zeviyên me dişewitîne. Hem me talan dike hem jî derbê li aboriya me dixe. Bi êrîşên ku bi ser me de tên ferq û cudahiyê naxe navbera jin, mêr, zarok û ciwanan. Lê ya ku zêdetir li pêşiya me astengiyan derdixe ev dorpêça hikumeta Şamê a ku nahêle derman derbas gel me bibe."
 
Di dawiya axaftina xwe de Elyayê da diyarkirin ku ew ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin û carekê tenê serê xwe bi rehetî deynin û razên.  
 
Ambargo û êrişên dewleta tirk ên li ser Şehbayê 
 
Sebîha Omar da zanîn êrişên li dijî keda mirovan nayê qebûlkirin û wiha got:" Xelkê ku îro li vir dijîn li ser çandiniyê debara xwe dikin. Îro jî dewleta tirk ji bo ku derbara wan tune bike êrîşên xwe bi ser zevî û erdên welatiyan de dike. Di encamê de aborî jî tine dibe. Ma dinya van kiryaran nabîne? Hîna dorpêç li ser me berdewam e û dewleta tirk jî dest ji êrîşên xwe yên li ser me bernade. Bi ser de jî li vir hemî tişt bi pereyên pir buha tên kirîn. Li kêleka wê jî av kêm e, em nakirin agirê ku bi zeviyan dikeve vemirînin."