Riham Hico: Êşa xwe veguherandin rêxistinbûnê

  • 09:05 16 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Cilan Roj 
 
ŞENGAL - Berdevka TAJÊ Riham Hico di axaftina xwe de bal kişand ser konferansa ku li Bexdayê hatî lidarxistin û bernameya bîranîna ya ku li Mûsilê ji bo 19 jinên ku bi hovane hatî qetilkirin, pêk hatî û got: "Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Iraqê û aramkirina Iraqê tekane rê pergala netew-demokratîk e."
 
Jinên êzidî di bin banê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) xebatên xwe yên rêxistinbûn û dîplomasiyê didomînin. TAJÊ di 8'ê Adarê de bi dirûşma "Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê" kampanyayek dabû destpêkirin û kampanya dê heta di 3'yê Tebaxê de ango 10'emîn salvegera fermanê bidome. Di vê çarçoveyê de di 3'yê Hezîranê de li Mûsilê bernameya bîranînê ya 19 jinên êzidî ya ku di 3’yê Hezîrana 2016’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve bi awayekî hovane hatibûn şewitandin, li dar xist. Li Mûsilê li darxistina bernameya bîranînê ya ji bo 19 jinan ji bo jinên Şengalê girîng bû. 
 
Her wiha di 1'ê Hezîranê de jî li Bexdayê bi sernavê "Pêkhateyên Iraqê nasnameya parastina welat û destûrê ne" kanferansek hat lidarxistin. Di konferansê de mijarên wek hevrejiyana aştiyane, mafên pêkhateyan, rola jinan û bandora qeyrana siyasî û aborî li Iraqê, hatin nirxandin. Di konferansê de jinên êzidî bal kişandin ser rewşa jinan û rêxistinbûna jinan. 
 
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico derbarê konferansa ku li Bexdayê hatî lidarxistin û bernameya bîranînê ya li Mûsilê pêk hatî de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
Êşa xwe veguherandin rêxistinbûnê
 
Riham, di destpêka axaftina xwe de 19 jinên ku hatibûn şewitandin bi bîr anî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di şexsê 19 jinên ku li Musilê hatin şewatandin de em şehîdên fermanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û em bejina xwe li ber wan ditewînin. Salvegera 10'emîn a fermanê nêz dibe. Ev roj wek xencerekê ye. Di her milî de civaka êzidî derbe xwar û êş jiyar. Lê bi taybet jin hatin hedef girtin, destdirêjî lê hat kirin, hatin qetilkirin. Tu car ew birîn nayê jibîrkirin. Wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ji destpêka ku me xwe birêxistin kir heta niha ji bo tola 74 fermanan em rakin me kar û xebat kir. Armanca me ew e ku em nehêlin ferman were jibîrkirin. Kesên ku bûn sedema fermanê em wan jibîrnakin û hesab ji wan bixwazin. Her jina ku îşkence lê hatiye kirin, em her roj wan êşan bi bîr bînin û wê êşê vediguherînin rêxistinbûnê."
 
Bi şêwazekî hovane hatin qetilkirin 
 
Riham, bal kişand ser giringiya çalakiya ku li Mûsilê li dar xistine û got: “Herî dawî me çalakiyek bi wate û girîng li Mûsilê li dar xist. Ew çalakî gelek girîng û bi wate bû. 19 jinên ku li Mûsil serî netawandin, ji bewariya xwe paşve gav ne avêtin, teslîmî çeteyên DAIŞ'ê nebûn. Çeteyan ew bi şêwazekî hovane şehîd xistin, ew bi saxî di nava qefesan de şewitandin û ji bo tirsê wek mînak nîşanî hemû jinên êzidî dan ku bila bi ber xwe nedin. Ji jina êzidî re gotin ger hûn nebin misilman em ê wisa we bişewitînin. Çi tesadûf bû ku di meha Remezanê de ev yek pêk hat. Şêwaza ku ew jin hatin qetil kirin hovane bû ku niha jî dema em qala wan dikin dilê mirovan dêşe. Lê mixabin hovîtiyekî wisa bi destê çeteyên DAIŞ'ê hate kirin.”
 
Jinên êzidî bi ser ket 
 
Riham diyar kir ku gav avêtinekî giring bû ku li Mûsilê bi jinên iraqî re çalakî li dar xistin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî me xwest îsal em wan jinan bi rengekî taybet bibîr bînin. Me di bin sîwana pêngava xwe ya 'Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê' ev bîranîn li Mûsilê pêk anî. Bi rêya hin kesayetên jin û rêxistinên jin yên li Mûsilê me daxuyanî li Mûsilê da. Gavekî gelekî giring e. Baş û bi wate bû weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Mûsilê çalakiyek wiha kirin. Lê ev çalakî wê bi şêwazên cûda werin dewam kirin. Bê guman wê xebatên cûda werin meşandin ta ku jina êzidî azad nebe û hesab ji sûcdaran nexwaze, heta qirkirina li ser jin neye dîtin, heta xweseriya Şengalê neyê naskirin, hata hêzên parastinê yên Şengalê YJŞ’ê û YBŞ’ê û Asayîş neyên naskirin û fermî neyên qebûlkirin wê tekoşîna me dewam bike. Li ser vî esasî karên ku me li Mûsilê dabû meşadin armanca wê ya esasî ew bû ku em wan jinan bibîr bînin û em bêjin ku qirkirina li ser jin qebûl nakin. Çeteyên DAIŞ'ê em li Mûsilê şehîd xistin lê belê îro em birêxistinkirî û bihêz li Mûsilê ji bo tolhildanê û hesab pirsinê sekinîn. Yê ku bi ser ket û bipêşde çûn jinên êzidî bûn. Yê ku teslîmiyet qebûl nekir jinên êzidî bûn. Yên ku têk çûn jî DAIŞ û hevkarên wan bûn.”
 
Rewşa jinên li Iraqê dijîn
 
Berdevka TAJÊ Riham, di dewama axaftina xwe de wiha behsa konferansa ku li Bexdayê ji bo hemû pêkhateyên Iraqê hat lidarxistin kir: “Beşdarbûna me weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bû. Konferans ji bo tevahî pêkhateyên Îraqê û pêk ve jiyana gelan hat lidarxistin. Nêzî 18 semîner hatin lidarxistin, hin ji wan semîneran yên lêkolînê bûn. Li ser pêkhateyên ku di Îraqê de dijîn, li ser êzidî, ermenî, aşuriyan û hwd lêkolîn hatin kirin. Rojevekî esasî li ser van pêkhateya bû ku di aliyê destûrî de mafekî çawa ji wan re hatiye dayîn di Iraqê de hate nîqaş kirin. Bi taybet rewşa jin li Iraqê çawa ye, di nav destûra Iraq de çiqas zilm lê hatiye kirin û di çi astê de mafê xwe bidestxistiye. Mînakên jinên ermen, kakayî, êzidî û bi giştî rewşa jinên Iraqê hatin nîqaşkirin." 
 
‘Kêm netew nînin, pêkhate hene’
 
Riham Hico, da zanîn ku yek ji xalên esasî jî gotina kêm netew bû ku hat nîqaşkirin û rewşa jin di Iraqê de bû û wiha pêde çû: “Em jî weke jinên êzidî li ser nave TAJÊ me semîner da. Semînera me li ser rastiya jina êzdî û rewş wê di Iraq de û mînakên ku jinên êzidî li Şengalê xwe birêxistin kirine hatin dayîn. Sîstema dewletê û nerîna wê ya ku dibêje kêm netew hate nirxandin. Kêm netew nîne, zimanekî kêm nîne, tu kes kêm nîne. Dibe ku hejimar kêm bin, lê nayê wê wateyê ku kêm netew bê gotin. Ya herî baş pir hate were gotin. Ji ber hemû bi hev re pêkhatene. Hemû pêhateyên ku beşdarî konferansê bibûn dan diyar kirin ku di sîstem û destûra Iraqê de mafê wan hatiye xwarin û bi taybet mafê jinê. Di nav van pêkhateyan de mafê jinê taybet hatiye xwarin ji aliyê Iraqê ve. Li dijî vê bêmafiyê elternatîf jî jiyana wekhev bi sîstema netewa demokratîk hat nîqaşkirin.”
 
‘Sîstema Iraq di nava xitimînekê de ye’
 
Riham, wiha bal kişand ser taybetmendiya demokratîkbûna dewletê: "Çi qas dewlet xwe demokrat nîşan bide û di sîstema xwe de bêje ez demokrat im jî û wisa jî bang bike jî wê her dem yek ziman, yek çand û yek reng be. Di Iraq de 2 zimanên esasî hene; erebî û kurdî. Zimanê kurdî jî ji ber ku rêveberiya herêmekê di destê wan de ye. Lê zimanên pêkhateyên dîtir ne wisa ye. Mînak ermenî dikarin bixwînin zimanê xwe lê bi fermî di dibistanan de nîne. Lazime dibİstanên taybet çêbikin ji bo ku li ser çanda xwe bin. Sîstema Iraqê di nava xitimînekê de ye ji ber van pirsgirêkan. Piştî di sala 2005'an de bi guhertina destûr re, tu guhertin çênebû li Iraqê. Lê mixabin li Iraq nijadperestî heye, olperestî heye, zayendperestî heye û her ku diçe kûr dibin."
 
‘Çareserî netewa demokratîk e’
 
Riham diyar kir ku nerîna hemûyan ew bû çareseriya hemû pirsgirêk û qeyranan netewa demokratîk e û wiha diyar kir: “Her kesekî ku beşdarî konferansê bibûn, mirovên zana, pispor, bijîşk û di mijarên xwe de master kirinbûn, lêkolîner bû. Nêrîna hemûyan yek bû ji bo çareseriyê. Çareserî fikir û felsefeya Rêber Apo ya netew-demokratîk bû. Ji ber ku her pêkhateyek xwedî li zimanekê û çandekê ye, pêwîste her kes li gorî rastiya xwe bê gel hev. Pergala dewletê destûrê nade jiyaneke wekhev û bi hev re. Lê pergala netew-demokratîk dikare gelan bîne gel hev. Ji ber her kes di netewa demokratîk de li gorî çanda xwe dijî. Her herêmek çanda wê çuda ye û nabin wek hev. Li ser esasên netewa demokratîk bi hev re dide qebûlkirin, li gorî çanda xwe û netewa xwe tên gel hev, danûstandinê dikin, li gel hev jiyanekî nû dijîn. Ji bo jiyanekî azad û hemû netew bi hev re jiyanek aram bijîn, divê her kesek jiyana netewa demokratîk ji bo xwe esas bigire.”
 
‘Konferans ji bo me hemûyan girîng bû' 
 
Riham, bal kişand ser sîstema ku jina êzidî xwe pê bihêzkiriye û xwe birêxistin kiriye û hemû kesî matmayî hiştiye ew netewa demokratîk e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mînaka Şengalê ji bo her kesî balkêş bû. Tişta ku jinên êzdî jiya ferman bû û ew jin ber bi tunbûnê ve çû. Lê  her kesî got jina êzidî çawa rabû ser xwe. Çi hişt ku jinên êzidî rabe serxwe. Ev jî dide diyar kirin mînaka Şengalê, rêxistina jin û avabûna YJŞ’ê wekî hêza parastina jin çek rakiriye. Îro jinên êzidî hêzeke xwe heye û xwedî li fermandariyên jin e li Iraqê. Di asta Iraqê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî yekemîn rêxistineke jinê ye ku ewqas bihêz û xwedî bi bandorekî mezin e li Iraqê. Ji bo her kesî balkêş bû ku çawa jinên êzidî xwe ji xweliya xwe ava kirin. Ev jî ji sîstema netew-demokratîk pêk tê. Di nava vê sîstemê de rêzdayîna ji jinê re, cihê û giringiya jin, sîstema hevserokatiyê ye. Di heman demê de jin xwedî biryar e, xwedî li qanûnê ye û xwedî li hêz e. Ev sîstema di konferansê de ji bo her kesî bû mînak. Ev konferans ji bo me tevan giringiyekî xwe ya mezin hebû. Cara yekem bû konferansekî li ser asta Iraq bi beşdariya hemû pêkhateyan pêk hat. Ev konfirans di vê demê de ji bo pêkhateyan û ji bo jinan pir girîng bû. Di aliyê siyasî, civakî û hwd ji bo Iraqê giring bû û di cihê xwede bû."