Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin

  • 19:40 15 Hezîran 2024
  • Rojane
ÎDÎR/RIHA – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Riha û Îdirê serdana şaredariyan kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Tuncer Bakirhan serdana Şaredariya Îdirê û Şaredariya Halfeliyê kir. Hevşaredra Nejla Kûm û Mehmet Nûrî Guneş Bakirhan pêşwazî kirin. Tuncer, sohbet bi hevşaredaran û endamên meclisa şaredariyê re kir û ew pîroz kirin. 
 
Paşê Tuncer çû serdana Şaredariya Bajarok Halfeliyê kir. Hevşaredar Yaşar Saritaş, Tuncer pêşwazî kir. 
 
Tuncer di her du serdanan de got: "Şaredariyên me, malên gel in. Niha dem ew dem e ku em li gor feraseta xwe ya rêveberiyên wecihî ya demokratik xizmeta gel bikin." 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî serdana Şaredariya Xelfetî, Pirsûs û Hewagê yên Rihayê kir.
 
Tulay ji aliyê hevşaredaran û endamên meclisê ve hat pêşwazîkirin. Tulay di serdanan de bi hevşaredaran û endamên meclisê re sohbet kir û cejna wan pîroz kir.