Pergala hevşaredariyê ji bo jinên Qaqizmanê dibe hêvî

  • 09:04 15 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
QERS - Hevşaredara Qaqizmanê ya DEM Partiyê Guner Hatay, diyar kir ku li Tirkiyeyê xizaniyek mezin heye û got ku li hemberî vê xîzaniyê dixwazin qadên îstîhdamê ava bikin.
 
Şaredariya navçeya Qaqizman a Qersê ku ji hilbijartinên herêmî yên 2014 û 2019’an ve di bin rêveberiya MHP’ê de bû, di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ser ket. DEM Partî li Qaqizmanê li hemberî partiya duyemîn 764 deng ferq girt û bi rêjeya ji sedî 32,68 şaredarî bi dest xist.
 
Di desthilatdariya MHP’ê ya 10 salan de ji bo gelê Qaqizmanê tu xizmet nehatiye kirin, xebatên bingehîn jî hema bêje qet nehatiye kirin. Gel ji konsepta xizmetguzariyê bêzar bûye ku ji binesaziya bajêr bigire heya berhevkirina çopê di her tiştî de pirsgirêk hene. DEM Partî ku ji bo xelkê Qaqizmanê bû hêviyek, ji ber vê yekê jî welatiyên bajêr DEM Partî bijart. DEM Partî ku li Qaqizmanê jî weke li gelek bajaran dest bi xizmeta xwe kir, bi nêzîkatiya şaredariya gelparêz û şefaf hewl dide ku bersivê bide pirsgirêkên gel.
 
Hevşaredara Qaqizmanê Guner Hatay, têkildarî pirsgirêk û projeyên bajêr ên ji bo jinan ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Pirsgirêkên 10 salan kom bûne
 
Guner, anî ziman ku dema şaredarî wergirtin wan coş û kelecaneke mezin di nava gel de dîtine û diyar kir ku her çend zêdeyî 2 meh di ser wergirtina şaredariyê re derbas bûye jî serdanên wan hîn jî berdewa dikin. Guner, bi bîr xist ku Şaredariya Qaqizmanê 10 sal in di bin rêvebiriya MHP’ê de bûye û wiha got: “Gelek kes hene ku dibêjin ji ber hêvî, bendewarî û kelecana serketinê bi salan e neketina hindirê şaredariyê. Ew heyecan, ew coş, ew serdan hîna neqediyaye. Lê belê me şaredarî bi gelek pirsgirêkên kombûyî wergirt. Wek her derê Qaqizman jî xwedî gelek pirsgirêkên bêhempa ye. Gelek pirsgirêkên wek av, kanalîzasyon, rê û çopên kombûyî hene. Di pêvajoya hilbijartinê de ev rewş zêdetir bandor bû. Nêzîkatî û polîtîkayên pergala heyî jî tevkariya vê dike. Ji ber vê yekê me ev du meh pir mijûl kirin.”
 
‘Armanc dewlemendkirina hinek kesan e’
 
Guner, bal kişand ku Qaqizman navçeyeke ku nifûsa wê 25 hezar e û hejmara personelên şaredariyê 130 kes in û diyar kir ku ev hejmar pir zêde ye. Guner, got ku şîrketek hatiye avakirin û wiha behs kir: “Bi rêya şîrketê 69 xebatkar hene. Şîrketa ku hatiye avakirin şirketeke paqijiyê ye. Lê dema ku em hatin, piraniya kesên ku ji bo şirketa paqijiyê hatibûn wezîfedarkirin, li midûriyetê û deverên din ên mîna yên di hundurê avahiyê de dixebitîn hatine bicihkirin. Ji ber ku ew ji xebatkarên paqijiyê bûn û ji ber vê yekê gelek ji wan şandin cihê wan. Ev rewş, bêguman nerazîbûnan çêdike. Hema bêje hemû dahata ku ji banka navendî tê, ji bo kesên ku ji bo şaredariyê girtine, ji bo karûbarê zêde, prîman û meaşên xwe didin. Di warê karsazî û hewcedariyên gel de pirsgirêkên mezin ku hatine paşxistin hene. Di warê xizmetê de bê guman tiştek nehatiye kirin. Her wiha deynê ku niha heye jî ji ber vê yekê ye. Dîsa îhaleyên ku ji alîgirên xwe re dane li holê ne. Di heyama 10 salan de tenê navên çend kesan di peymanan de derbas dibe. Ji van kesan re îhale rasterast hatine dayîn. Armanc tenê dewlemendkirina hinek kesan e.”
 
Şaredarî ji bo gelan bûye hêvî
 
Guner, piştî ku şaredarî bi dest xistin, li ser çavdêriyên xwe anî ziman ku şert û mercên welat diyar in û got ku li welat xîzaniyek mezin heye. Guner, wiha pê de çû: “Bi taybetî taxeke me ya bi navê Dereiçî heye ku tê de xizaniyeke mezin diyar dibe. Taxa ku mirov debara xwe lê dikin û rê û binesaziya wê tune ye, tenê av û ceyran heye û li hin malan jî abonetî tune ye. Di heman demê de, taxa me cihek veqetandî ye ku yek an du ode hene ku mirov lê bi cih bûne û tê de jiyana xwe didomînin. Di warê mirovahî de jî tiştek tune ye, di warê aborî de hilweşînek pir xedar e. Di civaka ku bi van hemûyan re têdikoşe, di rêveberiya şaredariyê ya berê de li ser pîvana jinê xebat nehatiye kirin. Lewma gel şaredariyê ji xwe re weke hêviyê dibîne. Bi rastî, ji sedî 90’ê mirovên ku di nav rojê de têne ji bo karsaziyê tên. Têgihiştina ‘wê di şaredariyê de xebat hebe’ hatiye afirandin. Nêzîkatiyeke weke ‘Karmend dê bên guhertin, em bikevin şûna wan’ heye. Li navçeya ku nifûsa wê 25 hezar e, çend derfetên kar dikarin bên peydakirin û çend karker dikarin bên girtin?  Ev ne mimkûn e. Di vî warî de jî wek mirovên din gelek pirsgirêkên me hene. Lê armancên me yên ku me dane pêşiya xwe hene. Gelek xebatên ku em ê bi demê re bikin dê hebin.”
 
Ji bo jinan amadekariyên vekirina kooperatîfê
 
Guner, da xuyakirin ku Qaqizman di şert û mercên xwe yên taybet de xwediyê axeke bi bereket e û navçeyek e ku bi fêkî çandiniyê debara xwe dike û got ku li wir kêmasiyeke mezin a avê heye. Guner, diyar kir ku piştî çareseriya pirsgirêka avê dê bi taybetî di warê îstîhdamkirina jinê de gavan bavêjin û wiha axivî: “Ziwakirina fêkiyên li bexçeyan, kome, bastîq û dims ku bi vê yekê têne bidestxistin, xwediyê avahiyek azad in ku dikarin keda jinan derxînin pêş û bihêlin ku ew bibin xwedî mûçeyek aborî ya berbiçav. Ji bo vê me hin xebat dane destpêkirin. Em li ser avakirina kooperatîfeke jinan dixebitin. Piştî vê yekê wekî jinên karsaz, em armanc dikin ku belkî di nava kooperatîfê de, ku jinên bêhempa karibin bi hev re hilberînê bikin û her wiha em qafeyekê jî vekin. Armanca me ew e ku li dora van koperatîfan qadên bazarê ku em dikarin hilberan bifiroşin ava bikin. Bi taybetî em bazara jinan weke qadeke bazarê ku jin keda xwe vediguherîne dahata aborî dinirxînin. Weke jinên Qaqizmanê me destên xwe dane hev û bawer dikin ku em dikarin tiştekî bikin.”
 
Pergala hevşaredariyê ji bo jinan dibe hêvî
 
Guner ku dibêje “Gelek pirsgirêkên me hene, ji me re dem, sebir û hewldan pêwîst e” bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ger em bi hev re tevbigerin, bi hev re bixebitin û bi hev re têbikoşin, tiştek ku em nikaribin bikin tune ye. Ji ber ku me şaredarî girt, hejmara jinên tên vir ji mêran gelekî zêdetir e. Ew ji ber ku wek muxatap hevserokek jin dibînin li hemberê xwe û diaxivin. Çi radeyê em dikarin bersiva pirsgirêkên wan didin, cihê nîqaşê ye. Dibe ku em nikaribin radeyek mezin pirsgirêkên wan çareser bikin, lê fikirîna ku kesek heye ku guh bide wan, hem wan rehet dike û hem jî hêviyê nû dike. Di vî warî de xwebaweriya jinan jî zêde dibe. Dema ku em projeyên xwe bi wan re parve dikin, ew dibêjin ‘erê, bi rastî dibe ku bibe’ û ew hewl didin ku hêviyên xwe heta ku dibe bilind bikin.”