Piştî komkujiyê sê sal: Denîza gelê Kurd

  • 09:03 15 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Di ser qetilkirina Denîz Poyraz re sê sal derbas bû. Fehîme Poyraz da zanîn ku her roj ji bo wê wek roja ku Denîz hatiye qetilkirinê ye û tevî her tiştî ew dibêje aştî û wê dest ji têkoşîna xwe bernede.
 
Di 17’ê Hezîrana 2021’ê de gumanbar Onur Gencer li hember aavahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê êrîş pêk anî û Denîz Poyraz qetil kir. Tevî sê sal di ser bûyerê re derbas bû hêzên pişt êrîşê dernexistin holê. Dadgeha ku gumanbar Onur Gencer darizandin di runiştina 6’emîn de biryar da. Heyeta dadgehê der barê gumanbar de  ji sûcê ‘plankirî û ji qestî kes kuştinê’ cezayê mubetê, ji sûcê ‘zirar daye mal’ 4 sal, ji sûcê ‘binpêkirina destnedana mal’ du sal û ji sûcê ‘muxalefeta qanûna çekan’ sê sal ceza birî bû.
 
Di sêyemîn salvegera qetilkirina Denîzê de, Fehîme Poyraz axivî û got ku gumanbar Onur Gencer di komujiyê de ne tenê bû û da zanîn ku tevî hemû zextan gelê Kurd aştiyê dixwaze û wiha got: “Em ê her tim bêjin aştî. Em li alî aştiyê ne ne li alî şer in.”
 
‘Kujer bi pêk û pêk nehat darizandin’
 
Fehîmeyê daxuyakirin ku ji bo wê her roj wek roja ku Denîz hatiye qetilkirinê ye û got: “Ez tu carê vê rojê ji bîr nakim. Ji bo min pir zehmet e. Canê min şewitî. Bila canê dayikên din neşewite. Bila aştî bê. Kujer bi rêk û pêk nehat darizandin. Dadgeh tune bû, tiştek tune bû. Gumanbar li dadgehê wekê ku tiştek nebûye tevgeriya. Ev jî têr nekir keniya, qerfên xwe kir. Got ne xema mine. Canê me pir êşiya.  Dadger jê re got tu poşmanî, lê wî got ez ne poşman im.”
 
‘Yên ew bi rêve birin got ‘netirse em li pişta te ne’
 
Fehîmeyê wiha dirêjî dayê: “Dema runiştinê gumanbar ne kelepçekirî bû. Lê kurê min yê girtî kelepçe kirin. Edelet ev e?Kurê min ji bo gelê xw têkoşîn da. Me îtîraz kir û piştre kelepçeya kurê min derxistin. Gumanbar Onur Gencer di komkujiyê de ne tenê bû. Hinekan ew bi rêve dibirin. Ew şandin avahiya HDP’ê û Denîz qetil kir. Yên ew bi rêve birin gotin ‘netirse em li pişta te ne’ Wî jî bi rehetî çû keça min qetil kir.”
 
‘Denîz, Denîza gelê Kurd bû’
 
Femîheyê daxuyakirin ku gumanbar beriya Denîzê qetil bike, ji bo nereve birîndar kiriye û wiha domand: “Kujer bi xwe got ‘Denîzê berxwe da. Min îşkence pê kir. bi saetan li ser sekinim.’Ev tu carê nayê jibîrkirin. Bê parastin mayîn pir zehmete. Her kes xwedî li Denîzê derket. Denîz ne tenê Denîza min ya gelê Kurd bû. Gelê Kurd xwedî lê derket. Dilê min hinek be jî rehet bû. Dayikên Aştiyê her tim aştiyê dixwazin.Lê ew çi dikin, qetil dikin, davêjin zindanan. Em dibêjin aştî Lê aştî tuneye. Ne edelet ne jî mirovahî heye.”
 
Di têkoşînê de israr
 
Fehîmeyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku beriya Denîzê jî di xebatên partiyê de bûye û piştî wê jî têkoşîn daye û got: “Piştî Denîzê min zêdetir cih girt. Hinekan digotin ‘keça te hatiye qetilkirin tu hîna di xebatan de ye’.Min jî digot ‘hûn şaş difikirin.Keça min şehîd ket.’Ez ê têkoşîna we her tim bidomînim. Em ê li dijî wan serê xwe netewînin. Em li alî aştiyê ne, ne li alî şer in.” Gelê Kurd her tim têkoşîn da.Em ê biserkevin. Em azadiyê dixwazin.”