ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 15 Hezîran 2024
  • Rojev
 
* Sema Yuce ya ku navê xwe di rûpelên dîroka Kurdistanê de nivîsiye û wek “Keça serhildêr a Araratê” tê nasîn. Dayika wê Zennûre Yuce ku dibêje “Ger ku em dest bidin hevdû û yekîtiya xwe ava bikin em ê Serok jî azad bikin. Heta ez saxbim ez ê xwedî li vê têkoşînê derbikevim û li pey doza xwe bim.” BI DÎMEN 
 
* Hevşaredara Qaqizmanê ya DEM Partiyê Guner Hatay, diyar kir ku li Tirkiyeyê xizaniyek mezin heye û got ku li hemberî vê xîzaniyê dixwazin qadên îstîhdamê ava bikin. BI DÎMEN 
 
* Bijîşk Derya Buyukişik der barê germa hewayê ya ku her diçe zêde dibe de axivî, xeterî û tedbîrên divê bên girtin parve kir. DÎMEN HEYE
 
*Di ser qetilkirina Denîz Poyraz re sê sal derbas bû. Fehîme Poyraz da zanîn ku her roj ji bo wê wek roja ku Denîz hatiye qetilkirinê ye û tevî her tiştî ew dibêje aştî û wê dest ji têkoşîna xwe bernede. DÎMEN HEYE