Li dijî xespkirina îradeyê têkoşîn didome

  • 21:21 14 Hezîran 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Nobeta edeletê ya li dijî qeyûm ya li Îzmîrê di roja 9’emîn de berdewam kir.
 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’ê hezîranê de hat binçavkirin û piştre qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. Di doza ku jê dihat darizandin de 19 sal û 6 meh ceza li Mehmet Siddik hat birîn. Çalakiyên protestoyî yên li dijî bûyerê didomin. "Nobeda Edaletê" ya ku li Îzmîrê li dijî qeyûmê tayînî şaredariya Colemergê hat kirin ji aliyê partî û saziyan ve hatibû destpêkirin di roja xwe ya 9'emîn de dewam kir. Nobeta  aştiyê ya li ber Sumerbank a Berê pêk hat, dayikên aştiyê û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.
 
Nobet piştî çalakiya runiştinê ya nîv saet şûnde bidawî bû.