Tulay Hatîmogullari çû serdana Şaredariya Akdenîzê

  • 18:39 14 Hezîran 2024
  • Rojane
MÊRSÎN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari beriya hevdîtina bi gel re serdana Şaredariya Akdenîzê kir. 
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û şandeya pê re serdana Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê kirin. Hatîmogullari ji bo li ber Şaredariya Akdenîzê beşdarî hevdîtina bi gel re bibe hat bajêr. Êvarê wê bi dirûşma, “Şaredarî yên gel in em ê destûr nedin desteserkirinê” hevdîtina gel bê lidarxistin. Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û encumenan pêşwazî li Hatimogûllari kirin. 
 
Tulay Hatîmogullari di serdanê de axivî û destnîşan kir ku ew ê şaredariyên xwe bi gel re bi rê ve bibin.