Ji malbat û parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan

  • 15:17 14 Hezîran 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê û malbatan, bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo bi Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Ev 3 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Îmraliyê tên ragirtin, nayê wergirtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê, malbatan û wasiyan bi wesîleya Cejna Qurbanê ji bo dîroka 17-21’ê hezîranê ku dê hevdîtin bên kirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç bi daxwaza ku hevdîtina parêzeran bibe serlêdan kirin. Ji malbatan jî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan, birayê Konar, Alî Konar, birayê Yildirim, Polat Yildirim û xweişka Aktaş, Melîhe Çetîn bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.