ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 14 Hezîran 2024
  • Rojev
 
* Dêrsîm ku xwedî cureyên nebatên dewlemend in, ji ber bikarhêneriya bê hişmendî, bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Endama Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Hatun Esen got: “Em xwedî li gund, mirov û xwezaya xwe derkevin. Em dikarin vê bi rêxistin û rêgez bikin.”
 DÎMEN HEYE 
 
* "Kwestanê têkoşîna azadiya jinê her tim girêdayê têkoşîna rizgariya Gelê Kurd digirt dest. Bi yekitiya netweyî, sekulerbûn, edelet û wekheviyê bawer bû.  Çi kir bi bawerî kir û dildar kir." JI NÎQAŞÊN JINELOJIYÊ 
 
* Jinên bazara taxê ya li taxa Xaçortê hatiye avakirin peyamên wekî "Em nikarin kîloyek goşt bigirin", "Sedema krîzê AKP ye" û "Em 3-4 mehan carê goşt digirin" dan. DÎMEN HEYE 
 
* Hevseroka Egîtîm Sen a Mêrdînê Sumeyra Ogur diyar kir ku çavkaniya sûcên li hember jin û zarokan asîmîlasyone û ji rê derxistine û got: “Ji bo beralîkirina van polîtîkayan divê têkoşîn bê mezinkirin û jiyana azadîxwaza jinan, ekolojîk, demokratîk û wekhev bê hûnandin.” BI DÎMEN