Li Minbic û Reqayê ji bo Abdullah Ocalan meş

  • 16:01 13 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Reqa û Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan.
 
Şêniyên Reqa û Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan. Şêniyan destnîşan kir ku  wê dê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têbikoşin.
 
Reqa 
 
Endamên saziyên sivîl û leşkerî jî di nav de, bi sedan şêniyên kantona Reqayê bi meşekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.
 
Şêniyan ji  ketina bajarê Reqayê ya li aliyê başûr nêzî Pira Reşîd dest pê bi meşê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên bindest e" û "Em dixwazin parêzer dimildest Rêber Abdullah Ocalan bibînin" hatin vekirin. Her wiha wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan.
 
Meş li aliyê bakurê çemê Firatê veguherî mîtîngê. Li vir hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Reqayê Rûdîn Mistefa axivî û got: "Desthilata faşîst tecrîda li ser Rêber û ronakbîr û fîlozofê mirovahiyê Abdullah Ocalan didomîne. Em baş dizanin ku hêzên hegemonîk yên kapîtalîst li paş van sûcan armanca xwe ji tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dest nexist."
 
Rûdîn Mistefa diyar kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîdê, derfet da dewleta Tirk ku qanûnan binpê bike û tecrîdeke mutleq li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz bike.
 
Endamê Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê Elî El Salih jî destnîşan kir ku têkoşîna wan heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam e.
 
Minbic 
 
Li Minbicê jî bi sedan şênî, mamoste, malbatên şehîdan, endamên Kombûna Jinan a Zenûbya û partî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji pêşiya Nexweşxaneya Firat ber bi çerxerêya El Sabi Behrat a li rojavayê bajêr ve meşiyan.
 
Li çerxerêyê hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Minbicê Nûrî El Hesen bi navê Desteya Perwerdeyê daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan binpêkirina rêgezên mafên mirovan e û dê cîhanê veguherîne cihê aloziyê û ne aramiyê.
 
Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku ramanên Abdullah Ocalan çareseriya bingehîn û mentiqî ya pirsgirêkên li herêma Rojhilata Navîn e.
 
Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin ku tecrîd ne tenê li dijî Abdullah Ocalan e lê belê vîna gelên azadîxwaz dike hedef.
 
Di dawiyê de hate gotin berdewamkirina têkoşînê rêya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.