'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e'

  • 13:08 13 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê got helwesta wê diyar e ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dest bixe û destnîşan kir ku rêxistinên hiqûqî û navneteweyî berpirsên rewşa Abdullah Ocalan in.
 
Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya  Abdullah Ocalan destnîşan kir. 
 
Endamê însiyatîfê Riyad El Walî li pêşiya navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê daxuyanî xwend. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste, meclisên girêdayî wê, Partiya Sûriya Pêşerojê û endamên însiyatîfê tev li çalakiyê bûn.
 
Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Abdullah Ocalan û siyasetên dewleta tirk ên li dijî pîvan û peymanên navneteweyî hatin şermezarkirin.
 
Her wiha hate diyarkirin ku helwesta însiyatîf e diyar û zelal e ku mîna van sûcên hovane yên li dijî Abdullah Ocalan û siyaseta tecrîdirinê red dike.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku CPT û rêxistinên ku piştevaniya mafên mirovan îdia dikin, berpirsên tenduristiya Abdullah Ocalan in. Bêdengiya wan jî diyar dike ku komplo li dijî gelên herêmê berdewam e û azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e û azadiya gelan jî aştî, ewlehî û aramî ye.