Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Gulşen hat astengkirin

  • 11:12 13 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Çûyîna Hevşaredara Peyasê Gulşen Sîncar a derveyî welat hate astengkirin û bi hinceta “şerha îdarî” dest danîn ser pasaporta wê. 
 
Çûyîna derveyî welat a Hevşaredara Peyas a Amedê Gulşen Sîncar hate astengkirin. Gulşen xwest biçe serdana malbata xwe ya li Swîsreyê û ji bo vê jî çû Balafirgeha Stenbolê. Lê pasaporta Gulşen li vir hate desteserkirin. 
 
Têkildarî desteserkirina pasaportê tu sedem bi Hevşaredar Gulşen re nehatin parvekirin. Di ewraqa hatiye dayîn de wiha hatiye gotin: “Hat tespîtkirin ku ji bo pasaporta behsa xeberê di 2’yê hezîrana 2024’an de qeyda biryara betalkirin/îdarî ya Enqere-NVÎ’yê heye. Her wiha di beşa vegotina agahiyan de qeyda şerhê ya ku derketina derveyî welat asteng dike heye.” 
 
Hat zanîn ku derheqê Hevşaredar Gulşen de tu lêpirsîn yan jî doz tune ne.